BI DÎMEN

PYD'ê li Kerkûkê civîna gel lidar xist

PYD'ê bi wesîleya 2. salvegera damezrandina Kantonên Rojava, li Kerkûkê bi Rojavayiyên li Başûrê Kurdistanê ne civîneke gel lidar xist.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi wesîleya 2. salvegera damezrandina Kantonên Rojava, li Kerkûkê bi Rojavayiyên li Başûrê Kurdistanê ne civîneke gel lidar xist. Di civînê de li ser rewşa dawî ya kantonan û qewimînên li herêmê agahî hatind ayîn. Di civînê de nûnerê PYD'ê yê li Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso û Nûnerê PYD'ê yê li Kerkûkê Fûat Muslim amade bûn. 

'ME BI SERKETINA KOBANÊ RE DEST BI SALÊ KIR Û BI AVAKIRINA MSD'Ê RE TACÎDAR KIR'

Hiso di axaftina xwe ya li vir de bibîr xist, ku di destpêkê de gelek kesan bawer nedikirin ku şoreşa Rojava li ser piyan bisekine û got, "Di demeke ku Rojhilata Navîn veguheriye gola xwînê de, bi sîstema xweseriya demokratîk a li Rojava re hêviya azadiyê ya gelan ji nû ve zindî bû. Bi taybetî, bi serketina Kobanê ya destpêka sala 2015'an re cîhan hemû bi şoreşa Rojava hesiya. Me ev sal bi serketina Kobanê re dan destpêkirin û bi Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) re tacîdar kirin. Ev yek ji bo gelê Kurd destketiyekî gelekî mezin e. Bêguman ev hemû bi saya hêzên YPG û YPJ'ê pêk hat. Eger wan bi lehengî şer nekira û li ber xwe neda, dibe ku îro tiştekî bi navê Şoreşa Rojava li holê nebû."

'KONFERANSA CENEVRE-3 EGER BÊYÎ KURDAN PÊK WERE, EW Ê BÊ ENCAM BIMÎNE'

Xerîb Hiso da zanîn ku Konferansa Cenevre-3 ya ku tê plankirin di 25'ê Çileyê de li bajarê Swîsre Cenevreyê destpê bike, eger bêyî Kurdan pêk were, wê mîna konferansên beriya xwe têk biçe. 

Hiso got, "Tirkiye û hin dewletên di xeta wê de ne, ji bo PYD û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk tevlî nebe, çi ji dest tê dikin. Lê belê bi hin dewletan û saziyên navneteweyî re hevdîtinên me yên dîplomatîk hene. Em yekane hêza xwedî projeya çareseriyê ji bo Sûriyeyê ne. Li derveyî me, ti hêz ne xwedî polîtîkaya çareseriyê ne, ne jî projeyeke xwe ya di vî warî de heye."

Hiso anî ziman ku Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ji her alî ve zor û zehmetiyan derdixîne pêşiya wan û destnîşan kir, ku PDK divê ne ya ji hev belavkirinê be, pêwîste bibe hêza berhevkirinê.

'LI BAKURÊ KURDISTANÊ BERXWEDANEKE PÎROZ HEYE'

Xerîb Hiso di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gelê Kurd a xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê û got, "Li Bakurê Kurdistanê niha li dijî êrîşên qirkirinê berxwedaneke bi heybet a xwerêveberiya demokratîk heye. Li hemberî van êrîşên dewleta Tirk hikûmeta Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî bêdeng in. Li şûna ku nerazîbûnan nîşan bidin, di bin navê têkiliyên aboriyê de têkiliyên siyasî çêdikin. Pêwîste ev yek bi ti awayî neyê qebûlkirin. Tevî hemû ambargo, gef û zextan jî gelê Rojavayê Kurdistanê her roj li ser sînor destekê dide gelê Bakur. Divê ti kes li hemberî komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, bêdeng nemînin."

...