Gelê Silopiyayê: Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê xwerêveberiyê ava bikin

Gelê Silopiyayê yê li dijî êrîşên tinekirinê li ber xwe dide û navçeyê naterikîne, dan xuyakirin ku dewlet wê nikaribe wan ji têkoşîna xwerêveberiyê vegerîne.

Gelê Silopiyayê yê li dijî êrîşên tinekirinê li ber xwe dide û navçeyê naterikîne, dan xuyakirin ku dewlet wê nikaribe wan ji têkoşîna xwerêveberiyê vegerîne.

Li pêşberî berxwedana bi heybet a 37 rojan a gelê Silopiyayê, dewleta Tirk neçar ma di roja 37. de qedexeya derketina derve bi roj rake. Gelê Silopiyayê yê ku tevî hemû êrîşên dijwar xaka xwe neterikand, bi biryar in ku heta dawiyê sîstema xwe ya xwerêveberiyê ava bikin.

'BI BARBARÎ ÊRÎŞ KIRIN'

Ayşe Tokay a ku tevî hemû êrîşan mala xwe a li Taxa Nûhê neterikand anî ziman, ku hêzên dewletê bombe avêtine mala wan, dûre jî gule lê reşandine. Tokay got, "Mîna zebaniyên dojehê êrîşî me kirin. Bi hovane, bi wehşî êrîş kirin. Piştî ku agir berdan mala me, çêleka me ya li axurê qetil kirin."

Tokay pirsa "Me bi çi wan kir ku vê tînin serê me, gelo wê bi vî rengî me bînin ser çokan?" pirsî û got, "Gelo ji wan heye ku bi vî rengî wê me bikin Tirk! Çi dibe bila bibe em ê ji Kurdbûyîna xwe venegerin, em ê ti carî cih û warên xwe, tax, mal û xaka xwe neterikînin." Tokay ragihand, ku zilmeke giran li wan tê kirin, lê belê ew ê ti carî serî netewînin.

'EM MEHEKÊ LI JÊRZEMÎNA MALA XWE JIYAN'

Dayika 10 zarokan Gulê Halîtoglû ya li Taxa Nûrê diyar kir, ku hêzên çekdar ên dewleta Tirk nîvê şevê avêtin ser mala wan û hemû mêrên li malê binçav kirin.

Halîtoglû got, "Gelo dewletek çawa dikare bombeyan li gelê xwe bibarîne? Em mehekê bi heywanên xwe re li jêrzemîna xaniyê xwe jiyan. Zilmeke bi vî rengî nehatiye dîtin. Mala me lê bûn, mehekê hat bombekirin. Me xwe li jêrzemînê girtin û bi xwarina penêr em sax man."

'YÊ BI SER KET GELÊ SILOPIYAYÊ YE'

Halîtoglû da zanîn ku tevî van hemû êrîşan jî wan mala xwe neterikandine, serî li ber hêzên dewletê netewandine û destnîşan kir, ku hêzên dewletê tevî hemû êrîşên xwe yên hovane û bi çekên giran jî bi ser neketine. Halîtoglû bibîr xist, ku bi dehan mirov hatin qetilkirin, xanî hatin xerakirin, heywan hatin qetilkirin, lê dîsa jî wan li ber xwe dane û bi neterikandina Silopiyayê re ew bi ser ketine. Halîtoglû bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir ku li ber xwe bidin û xwedî li berxwedanan derkevin.

'HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE EM Ê XWERÊVEBERIYÊ AVA BIKIN'

Îsmet Ozturk jî da xuyakirin ku leşker û polîsan bi gefa kuştinê re zexta koçberiyê li wan kirine û got, "Ev dîmen, hovîtiyek e. Li ti devera cîhanê zilmeke bi vî rengî nehatiye dîtin. Jin, zarok û ciwanên me yekser qetil kirin." Ozturk diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê xaka xwe neterikînin û got, "Ji wan heye ku bi girtina xendekan re ew ê bi ser bikevin. Xendek hebe jî nebe jî, heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li Silopiyayê bin û xwerêveberiyê ava bikin."