Şerîfê li Hewlêrê hat binçavkirin ev 13 roj in winda ye
Ji Endamê Rexrawê Jiyanewey Gencan (Rêxistina Ciwanan) Hemin Hesen Şerîf ê li Hewlêrê 5’ê Çileyê ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê hat binçavkirin, ev 13 roj in agahî nayê girtin.

Tevî hemû hewldanan jî ji Şerîf agahî nehate girtin. Li ser vê Tevgera Ciwanên Welatparêzê Kurdistanê li Kerkûkê daxuyaniya çapemeniyê da, xwest Şerîf demildest serbest bê berdan. Tevgera Ciwanan da xuyakirin ku eger Şerîf serbest neyê berdan wê li her derê derbasî rewşa çalakiyan bibin.
Endamê tevgera ciwanan di vê daxuyaniya li Şorceya Kerkûkê axivî, wiha got: “Li hember li her çar parçeyê Kurdistanê jî êrîşên qirkirinê tên jiyîn, tevî PDK’e xwe têkîldarî tiştekî nake jî li ser ciwanan zextê ava dike, digire û ji van êrîşan re dibe spartek. Hemîn Hesen Şerîf, piştî 5’ê Çileyê li Hewlêrê ji aliyê hêzên asayîşê hat girtin, ti agahî jê nehat girtin. Em dixwazin ku Şerîf demildest bê berdan. Em didin xuyakirin ku eger serbest neyê berdan em ê derbasî çalakiyên bê navber bibin.”
Ciwanên daxuyanî dan, piştre li bazara Şorce têkîldarî rewşa Şerîf belavok belav kirin.