DBP’ê ji bo meşa ji Colemêrgê ber bi Botanê banga tevlîbûnê kir

Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Colemêrgê ji bo meşa Botanê ya bi armanca protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê banga tevlîbûnê kir.

Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Colemêrgê ji bo meşa Botanê ya bi armanca protestokirina terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê banga tevlîbûnê kir.

Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Colemêrgê têkîldarî meşa Botanê li avahiya bajar civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Bajarê Colemêrgê Huseyîn Armût axivî, diyar kir ku di qetlîamên li bajarên Kurdistanê de 400 sivîlî jiyana xwe ji dest dane, wiha got: “Ji bo sekinandina qetlîaman û rawestandina mirinan, em ê bimeşin Botanê.”
Ji bo meşê sibehê saet 13.00’an wê ji pêşiya avahiya Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Colemêrgê wesayît bikevin tevgerê.