Polîsan pêşendana belgefilma Cansiz asteng kir

Pêşendana belgefilma “Jiyana Min Şer e-Sara” ya li sînemaya Atlas a Beyoglû ji aliyê polîsan hat astengkirin.

Pêşendana belgefilma “Jiyana Min Şer e-Sara” ya li sînemaya Atlas a Beyoglû ji aliyê polîsan hat astengkirin.

Pêşendana belgefilma “Jiyana Min Şer e-Sara” ya jiyana ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) a 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hat qetilkirin, li sînemaya Atlas a Beyoglû ji aliyê polîsan hat astengkirin.

Pêşendana belgefilmê ya îşev li Sînemaya Atlas a Beyoglû hat talûqkirin. Hate diyarkirin ku pêşendan ji ber zexta polîsan hatiye astengkirin. Jin ji bo astengiyê protesto bikin saet 18.30’an li pêşiya Sînemaya Atlas a Beyoglû daxuyaniya çapemeniyê wê bidin.