Arteşa Tirk bi dijwarî erîşî Girê Spî kir

Artêşa Tirk îşev li dijî ambarên genim ên li Girê Spî êrîşên dijwar li dar xist. Êrîşa ku windahiya canan tê de çênebû 45 deqeyan dewam kir.


Artêşa Tirk îşev li dijî ambarên genim ên li Girê Spî êrîşên dijwar li dar xist. Êrîşa ku windahiya canan tê  de çênebû 45 deqeyan dewam kir.

Li gor nûçeya ANHA’yê, îşev saet nêzî 21.10’an artêşa Tirk ji sînorê Kaniya Xezala bi çekên giran ên A4 ve ambarên genim ên 2 km li rojavayê Girê Spî kir hedef.

Êrîş bê navber û ji yên berê hê dijwartir 45 deqeyan dom kir, windahiyên can çênebûn.
Ev êrîşa îşev, di nav êrîşên artêşa Tirk ên ji 24’ê Cotmeha 2015’an ve ya herî dijwar bû.

Hat ragihandin ku niha li herêmê deng hatine qutkirin û aramî serwer e.