Li Şirnexê zarok di aktîvîteyê de hatin cem hev

Di aktîvîteya moral a KJA û Navenda Çanda Cûdî bi hev re organîze kirin de zarokan li gor dilê xwe lîstin.

Di aktîvîteya moral a KJA û Navenda Çanda Cûdî bi hev re organîze kirin de zarokan li gor dilê xwe lîstin.

Kongreya Jinên Azad (KJA) û Navenda Çanda Cûdî (KCM) li navenda Şirnexê ku di bin êrîşên qirkirinê de ye ji bo zarokan aktîvîteya moralê li dar xistin. Di aktîvîteya li Taxa Yeşîlyûrtê hat lidarxistin de bi dehan zarok amade bûn.

HEM GOTIN HEM LÎSTIN

Bi stranan re zarokên dilîstin li gor dilên xwe kêf kirin. Zarokan ji hunermendên MCK’ê yên tevlî aktîvîteyê bûn stranên hezdikirin guhdar kirin, bi hev re stran gotin. Di tevahî aktîvîteyê de zarokan govend gerandin, dem bi dem bi stranên gotin ve ziyafeta muzîkê pêşkêşî hevalên xwe kirin.