Biryarên tedbîrê yên têkildarî Serhat Altûn û Orhan Tûnç ên ku li Cizîrê ji aliyên hêzên dewlet Tirk ve hatin birîndarkirin û rê nehatin dayîn ku rakin nexweşxaneyê ji aliyê Wezareta Edaletê ve nayê pêkanîn. Yek jê zarok 3 birîndar hê jî li taxan tê ragirtin.
Biryara tedbîrê ya ji aliyê DMME’ê ve têkildarî Orhan Tûnç û Serhat Altûn ên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li Cizîrê hatin birîndarkirin, nayên pêkanîn. Parezerê ku serlêdan kirî Ramazan Demîr diyar kirin ku DMME’ê biryara tedbîrê ji bo demildest birîndar rakin nexweşxaneyê daye. Demîr anî ziman ku DMME’ê biryara tedbîrê ji bo Orhan Tûnç beriya 7 saetan û ji bo Serhat Altûn jî beriya 4 saetan ragihandiye Wezareta Edaletê.
‘CIHÊN KU BIRÎNDAR LÊ NE TÊN GULEBARANDIN’
Demîr da xuyakirin ku rexmê ku biryar hatiye ragihandin jî lê dewleta Tirk rê nade ku zarok ji cihê ku hatine birîndar kirin bê rakirin. Demîr bang li Wezareta Edaletê kir ku demildest biryarê pêk bîne. Parlementerê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî ev agahî da, dewlet li şûna ku biryarê pêk bîne cihê ku birîndar lê ne didin ber guleyan û agahiya ku rê nadin welatiyên birîndar bên rakirin da.
‘DAWÎ LI KIRYARÊN SUCÊN ŞER BÎNIN’
Sariyildiz diyar kir ku pêkanînên dewletê skandal in û ji bo tiştên pêwîst wê ji aliyê parêzeran ve dosyayek nû bê amadekirin. Sariyildiz xwest ku dewleta Tirk dawî li kiryarên xwe yên skandal bîne û pêkanînên xwe yên derveyî mirovahiyê demildest bi dawî bike.
Hat ragihadin ku li gel Altûn û Tûnç zarokek ku navê wî ne hat zanîn birîndar li taxan tê ragirtin.