'Xwerêveberî îsyana li dijî komkujiyên dewletê ye'
Parlamenterê HDP'ê yê Agirî Berdan Ozturk got, "Daxwaza xweseriyê û berxwedana xwerêveberiyê ya gelê me, îsyanek li dijî komkujiyên dewletê ye."
Parlamenterê HDP'ê yê Agirî Berdan Ozturk got, "Daxwaza xweseriyê û berxwedana xwerêveberiyê ya gelê me, îsyanek li dijî komkujiyên dewletê ye."
Parlamenterê HDP'ê yê Agirî Berdan Ozturk nerazîbûn nîşanî êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî qadên xwerêveberiyê da û got, "Daxwaza xweseriyê û berxwedana xwerêveberiyê ya gelê me, îsyanek li dijî komkujiyên dewletê ye."
Ozturk da xuyakirin ku hikûmeta li Tirkiyeyê ti ji pîvanên hiqûqa neteweyî nas nake û li dijî gelê Botanê hovîtiyê dike. Ozturk bal kişand ser bêhurmetiya li cenazeyên mirovan tê kirin û got, "Hêzên ewlekariyê li Kurdistanê ti qanûn û destûra bingehîn nas nakin. Biçûk an jî mezin, dema Kurd be, hemûyan mîna dijmin dibînin û êrîş dikin."
'QESR DIXWAZE BI KOMKUJIYÊ RE GEL TINE BIKE'
Ozturk da zanîn ku AKP hewl dide her kesên mûxalîf ên bi xweşiya wan naçe, bêdeng bike, ji holê rake û got, "Bi binçavkirin, girtin û qetilkirinê re dixwaze her kesên li dijî neheqiyê derdikevin, bêdeng bike. Pêkanînên bi vî rengî bi tenê di nava dîktatoriyê de hene. Armanca Qesrê tinekirina gelê Kurd e. Eger gelên Tirkiyeyê li hemberî vê dernekevin, wê gel hemû winda bikin."
Ozturk bal kişand ser girîngiya danezana akademîsyenan li dijî vî şerî û got, "Akademîsyenan li hemberî zextên desthilatdariyê ji rêya xwe venegeriyan. Lê belê ev sekna akademîsyenan têrê nake. Pêwîste çalakiyên bi vî rengî zêde bibin û li nava tevahiya civakê belav bibin. Ancax bi vî rengî em dikarin pêşî li komkujiyan bigirin."
'GEL DIBÊJE EZ DIXWAZIM XWE BI XWE BI RÊ VE BIBIM'
Ozturk anî ziman ku pirsgirêka Kurd ev 100 sal in didome û komkujiyên dewletê yên li hemberî gelê Kurd bibîr xist. Ozturk destnîşan kir ku gelê Kurd li hemberî van komkujiyan helwest nîşan daye û got, "Gelê me li hemberî komkujiyan dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Naxwaze ji aliyê walî yan jî qeymeqamekî ji aliyê navendê ve hatiye wezîfedarkirin ve bê birêvebirin."
'YEKANE RÊYA ÇARESERIYÊ, MUZAKERE YE'
Parlamenter Ozturk ragihand ku ew xweseriyê ji bo tevahiya Tirkiyeyê dixwazin û got, "Eger Tirkiye bi rastî jî demokrasiyê dixwaze, hingî divê rêveberiyên herêmî xurt bike. Daxwaza xweseriyê û berxwedana xwerêveberiyê ya gelê me, îsyanek li dijî komkujiyên dewletê ye. Lê belê dewlet li hemberî vê daxwazê jî bi komkujiyan re bersivê dide. Pêwîste bê dîtin ku polîtîkayên ewlekarîparêziyê yên dewletê wê bi ser nekeve. Ev di herikîna dîrokê de hat dîtin. Yekane rêya çareseriyê muzakere û diyalog e."