Elewiyan dosyaya ‘qatlîamê’ radestî saziyên Ewropa kir
Federasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropa (AABK) têkîldarî şerê li Kurdistanê dosyayek agahdarkirinê pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê kir.
Federasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropa (AABK) têkîldarî şerê li Kurdistanê dosyayek agahdarkirinê pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê kir.
Federasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropa (AABK) têkîldarî şerê li Kurdistanê dosyayek agahdarkirinê pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê kir.
Li bajarê Strasboûrg ê Fransa, îro (sêşem) nûnerên saziyên Elewî yên li pêşiya Parlamentoya Ewropa (PE) hatin cem hev, êrîşên qirker ên AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê protesto kirin. Heyeta ku ji Serokê AABK Huseyîn Mat, Serokê Federasyona Yekîtiyên Elewiyên Fransa (FÛAF) Erdal Kiliçkaya, Serokê Federasyona Yekîtiyên Elewiyên Avûstûrya (AABF) Mehmet Alî Çetînkaya, Serokê Federasyonên Elewiyên Brîtanya (BAF) Îsrafîl Erbîl pêk hat, dosyaya agahdarkirinê pêşkêşî Parlamentoya Ewropa kir. Di dosyayê têkîldarî qetlîamên AKP’ê yên li Kurdistanê detay hebûn.
‘DIVÊ DEMILDEST VEGERÎN LI PÊVAJOYA AŞTIYÊ ÇÊBIBE’
Heyetê piştre li pêşiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) daxuyaniya Îngîlîzî, Fransî û Tirkî da. Mat daxuyanî xwend, wiha got: “Li welatê me şer heye. Li Kurdistanê terora dewletê heye. Bêyî zarok, ciwan, kal guhdar bikin qetil dikin. Bi vê ve jî têr nabin, nahêlin mirov cenazeyên xwe jî bigirin. Neçar dimînin cenazeyên xwe di sarincê de vedişêrin! Sûcekî mirovahiyê pêk tê.”
Mat bang li AKP’e û DMME kir, wiha got: “Divê ev şerê qirêj demildest bê bidawîkirin. Çek dualî bên rawestandin. Divê demildest vegerîn li pêvajoyê aştiyê çêbibe.”
‘EW AGIR WÊ EWROPA JÎ BIŞEWITÎNE!’
Di daxuyaniyê de şiyariya, “Eger çareserî pêk neyê, ne tenê Kurdistan, Rojhilata Navîn, ev agir wê Ewropa jî bişewitîne” hat kirin.
LI HEMBER DIYANETÊ BERTEK
Mat li dijî Serokê Karên Diyanetê Mehmet Gormez bertek nîşan da, wiha got: “Ev zilamê bê exlaq, bê fedî û heya rê li ber me dixe, baweriya me qaşo fêrî me dike.” Mat xwest dewleta Tirk destê xwe ji ser baweriya Elewiyan bikşîne, diyar kir ku heta Kurd û Elewî mafên xwe bigirin wê têkoşînê bidomînin.
Dema mîtîngê de heyeteke ji 5 kesan bi endamên Konseya Ewropa re hevdîtin pêk anî.
Her wiha, di vê hefteyê de hat ragihandin ku wê hevdîtin bi endamên Parlamentoya Ewropa re pêk were.