Huseyîn Paksoy ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Cenazeyê Huseyîn Paksoy (16) ê 4 rojan rakirina nexweşxaneyê hat astengkirin, îro anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Cenazeyê Huseyîn Paksoy (16) ê 4 rojan rakirina nexweşxaneyê hat astengkirin, îro anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Ji bo Huseyîn Paksoy ê di pêkanînê qirkirinê yên li Cizîrê 14’ê Çileyê ji aliyê hêzên dewletê bi gulebaranê hat birîndarkirin û 4 rojan rakirina wî ya nexweşxaneyê hat astengkirin, bi tevlîbûna bi hezaran ve li Qilebanê merasîma cenaze hat lidarxistin. Di merasîmê de Rêveberê DBP’ê yê Bajarê Şirnexê Yahya Îdîn axivî, bal kişand ku DMME di biryara xwe ya tedbîrê de ne samîmî ye, wiha got: “Xwîna Kurdan li rû û destên DMME ketiye.”
Cenazeyê Huseyîn Paksoy (16) ê di pêkanînê qirkirina li hember gelê Kurd ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 14’ê Çileyê ji aliyê hêzên dewletê bi gulebaranê hat birîndarkirin û 4 rojan rakirina wî ya nexweşxaneyê hat astengkirin, îro anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Piştî cenaze li nexweşxaneyê ji aliyê malbata hat teşhîskirin û karên otopsiyê bi dawî bû, cenazeyê Huseyîn bi konvoyek bi sedan wesayîtî ve anîn Qilebanê. Li navenda Qilebanê ji aliyê bi hezaran kesî bi dirûşmeyên, “Şehîd Namirin” hat pêşwazîkirin, piştî darbesta Huseyîn bi alên kesk, sor û zer hat xemilandin û wêne hat daliqandin bi dirûşmeyan heta goristanê bi meşekê hat birin. Di meşê de dirûşmeyên, “Qatil Erdogan”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Botanê” û “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” hatin berzkirin.
‘KATLÎAM NIKARIN GELÊ ME JI DOZA MAFDAR DÛR BIXIN’
Nûnerê MEYA-DER’ê Kasim Yîgît di merasîmê de axivî, sersaxî ji malbata Huseyîn û gelê Kurdistanê re xwest, wiha got: “Xwedî li Huseyînan derketin xwedî li rûmeta mirovahiyê derketin e. Em ê heta dawiyê şopdarê têkoşîna wan bin. Ev qetlîam, ev mirinan wê nikaribe me ji doza me ya mafdar dûr bixe.”
‘XWÎNA KURDAN LI RÛ Û DESTÊN DMME KETIYE’
Piştre Rêveberê DBP’ê yê Bajarê Şirnexê Yahya Îdîn axivî, bal kişand ku DMME di biryara xwe ya tedbîrê de ne samîmî ye, wiha got: “Xwîna Kurdan li rû û destên DMME ketiye.”
‘HETA KURDÊ DAWIYÊ JÎ EM Ê SERÎ JI WE RE NETEWÎNIN’
Parlamenterê HDP’ê Abdullah Geylanî, qetlîam şermezar kirin, wiha got: “Em careke din aşkera aşkera dibêjin; eger hûn difikirin bi mirin, qetilkirin û girtinê ve çokan li gelê Kurdi bişkînin, hûn xwe dixapînin, heta Kurdê dawiyê jî em ê serî ji we re netewînin.”
‘BILA KURDISTAN SAX BE’
Bavê Huseyîn Haci Mehmet Paksoy jî wiha got: “Bila Kurdistan sax be.”
Pîştî axaftinan Huseyîn cara dawî li ser milan hat hilgirtin. Piştî karên defnê girse bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” ji goristanê veqetiya.
Taziyeya Huseyîn sibehê wê li Mizgefta Navendî ya li Taxa Yeşîlyûva ya Qilebanê bê danîn.