Cenazeyên Oran û Sevîktek ji aliyê malbatan ve hatin teşhîskirin
Li navçeya Sûrê cenazeyên Îsa Oran û Mesut Sevîktek anîn Nexwaşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê ji aliyê malbatan ve hatin teşhîskirin.
Li navçeya Sûrê cenazeyên Îsa Oran û Mesut Sevîktek anîn Nexwaşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê ji aliyê malbatan ve hatin teşhîskirin.
Cenazeyên Îsa Oran û Mesut Sevîktek ên ku li navçeya Sûrê ya Amedê hatin qetilkirin û ji 23'yê Kanûna 2015'an heta niha dihatin rawestandin û nedidan malbatan ji aliyê malbatan ve hatin teşhîskirin. Ji bo cenazeyên ku nedidan malbatan, malbat ev 18 roj in di grevê de bûn. Îro Walîtiya Amedê telefonî ÎHD'ê kir û agahiya 2 cenaze ji Dibistana Seretayî ya Yavuz Selîmê birine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê. Li ser vê yekê birayê Mesut Sevîktek, Îhsan Sevîktek û bavê Îsa Oran, Mehmet Oran bi heyeta ÎHD'ê re çûn nexweşxaneyê. Malbatan li nexweşxaneyê 2 cenaze teşhîs kirin. hate hinbûn ku ji ber ku 27 roj in cenaze li wir hatibû hiştin rûyên wan texrîb bûne. Dozgeriyê ji bo encamê ji malbatan nûmûneyên xwenî wergirt.
Piştî ku cenaze hatin teşhîskirin girse li ber neweşxaneyê kom bû. Malbat, ÎHD û MEYA-DER sekna li ber nexweşxaneyê didomîne.
Piştî ku cenaze bên wergirtin wê li Goristana Yenîkoyê bên definkirin.