DMME der heqê Altûn biryara tedbîrê girt

DMME der heqê serlêdana têkîldarî Servet Altûn ê duh êvarî li Cizîrê di encama gulebarana hêzên dewletê de hat birîndarkirin de biryara tedbîrê girt. Ev biryara tedbîrê ya DMME îro bû biryara 2. a têkîldarî Cizîrê.

Dadgeha Mafên Mirovan A Ewropa (DMME) diyar kir ku pêwîstiyê bi serlêdanên “tedbîrên îhtiyadî” nabîne, tenê bi hişyarkirina dewleta Tirk re ma, serlêdana 3. a têkîldarî ji taxê girtina birîndaran qebûl kir. DMME duh serlêdana ji bo Huseyîn Paksoy ê jiyana xwe ji dest da qebûl kiribû, serlêdanek sêyemîn jî qebûl kir.

Ji bo Servet Altûn ê li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê bi gulebarankirinê hat birîndarkirin û ji duh ve ji ber êrîşan nikarin rakin nexweşxaneyê, biryara tedbîrê girt. Ji bo Altûnê birîndar, Parêzer Ramazan Demîr Serî li DMME da, îro hat qebûlkirin.

Hat destnîşankirin ku Altûn ji duh ve bi birîndarî li malekê ye û ji ber êrîşên zêde kes nikare xwe nêzî qadê bike, ji ber vê jî kes nikare Altûn rake nexweşxaneyê.