ANHA: Artêşa Tirk derbasî Cerablûsê bû!

Artêşa Tirk sînorê Sûriyeyê derbas kir û derbasî herêma Cerablûsê bû, hat diyarkirin ku li vir alavên mayîn geranê û teknîka sînyal birînê bi cih kirinine.

Li gorî agahiyên ANHA’yê ji herêmê girtin, artêşa Tirk alavên mayîn geranê û paqijkirinê di saetên şevê de bi wesayîtên leşkerî û wesayîtên kar li ser Deriyê sînorê Cerablûsê re derbasî xaka Sûriyeyê bû. Artêşa Tirk derbasî xaka Sûriyeyê bû û di nava xaka Sûriyeyê de ber bi Başûr ve kete nava tevgerê.

Agahiyên ji herêmê dan diyarkirin ku artêşa Tirkiye ketin xaka Sûriyeyê, tevgera leşkera bi çav hatin dîtin. Li hemberî vê jî çeteyên DAÎŞ’ê ti bertek nîşanî artêşa Tirkiyeyê ne da û li cihê xwe tevger nekirin û tenê li wan temaşe kirin.

Li gorî detayên aghiyek ne hat zelalkirin jî, artêşa Tirk nêzî hêzek hezar leşkeran ketin nava xaka Sûriyeyê. Ev leşker nêzî sînor di xaka Sûriyeyê de bi cih bûne.