Guleyên li Sûrê tên avêtin li jiyangehên Yenîşehîrê dikevin
Li navçeya Sûrê ji ber ku leşker û tîmên taybet derûdorê rasterast gulebaran dikin, guleyên ku diavêjin li navçeya Yenîşehîrê jî li qadên jiyanê dikevin.
Li navçeya Sûrê ji ber ku leşker û tîmên taybet derûdorê rasterast gulebaran dikin, guleyên ku diavêjin li navçeya Yenîşehîrê jî li qadên jiyanê dikevin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê êrîşên hêzên dewletê ev 49 roj in berdewam dikin û pevçûn her diçe zêde dibe. Li Sûrê ji ber gulebarana leşker, polîs û tîmên taybet de guleyên ku tên avêtin li navçeyên din jî li qadên jiyanê dikevin.
Guleyên ku ji aliyê hêzên dewletê ve tên avêtin li Mİdûriyeta Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan a Sumerparkê û avahiyên Konseya Bajar jî ketin. Ji ber guleyên ku tên avêtin bi tesadufî tiştek bi kesekî nehat, li diwarên avahiyan xisar çêbû.