KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Leşkeran rêya Dêrsim-Erzînganê li trafîkê girtin
Hêzên dewleta Tirk ji danê sibehê ve rêya Dêrsim-Erzînganê li trafîkê re girtine. -
Polîsên Tirk ên li Geverê diavêjin ser dikanan, mirovan binçav dikin
Polîsên tîmên taybet ên Tirk, li Geverê yek bi yek diavêje ser dikanan û mirovan binçav dikin. -
Li Agirî binçavkirin, li Mersînê girtin
Li Agirî 6 kes hatin binçavkirin, li Mersînê 2 kes hatin girtin. -
2 zarokan li Cizîrê hatibûn qetilkirin hatin definkirin
Li navçeya Cizîrê zarokên bi navê Yusuf Akalin (12) û Buşra Akalin (10) ên ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirin, hatin definkirin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yildiz bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê yek ji 12 gerîlayên HPG'ê Esmer Yildiz (Argeş Colemêrg) ê li Wanê hat înfazkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Di merasîmê de hat destnîşankirin, ku gelê Kurd wê ti carî serî netewîne. -
Zarokê birîndar ev 16 saet in ji taxê nikare bê derxistin
Li Cizîrê, zarokekî 16 salî yê ji ber êrîşên dewleta Tirk duh êvarê birîndar bû, ev 16 saet in ji taxê nikare bê derxistin. -
Li Bedlîsê operasyon, li Wanê veguhastina leşkerî
Li bejahiya gundê Akunûs ê navçeya Bedlîs Xîzanê operasyoneke leşkerî destpê kir. Ji Geverê ber bi Wanê ve gelek maşînên leşkerî hatin veguhastin. -
Li Cizîrê berxwedana li dijî êrîşan mezin dibe
Li Cizîrê, êrîşên dewleta Tirk ên duh bi şev zêde bûn, dewam dikin. Hêzên dewleta Tirk tevî ku xaniyan didin ber xwe û hewl didin bi hilweşandina xaniyan bi pêş de biçin, nikarin bi YPS'ê. -
Li Amed Sporê ceazayê 'Gelê Sûr/Cizîrê bi tenê nîne' hat birîn
Di maça li hemberî Urfasporê de, ji ber ku li trîbunan dirûşmên 'Gelê Sûr/Cizîrê bi tenê nîne' û 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin' hatin qîrîn, 40 hezar TL cezayê pere li Amed Sporê hat birîn. -
Mele Bakî bi zorê birin nav girtiyên edlî
Mele Bakî Kûtlû yê ku ji ber piştevaniya berxwedana gel a xwerêveberiyê ji aliyê çapemeniya şer a AKP'ê ve hedef hat nîşandan û piştre jî hat girtin, vê carê jî bi hinceta ku sedema girtina wî ne siyasî ye bi zorê xistin nava girtiyên edlî. -
Nûçegihanê DÎHA'yê hat binçavkirin -HAT NÛKIRIN
Nûçegihanê DÎHA'yê Yasîn Kobûlan, li Amedê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Polîsên Tirk ew li wesayîta Ford Ranger siwar kirin û birin qereqolê. -
Dewleta Tirk li Nisêbînê heta danê sibehê êrîş kir
Li Nisêbînê, hêzên dewleta Tirk heta danê sibehê bi çekên giran êrîşî taxên berxwedanê kirin. -
Televîzyona RAI dîmenê gerîlayên li Kerkûkê kişand
Televîzyona dewletê ya Îtalyayê RAI, bernameyek li ser gerîlayên li sînorê Kerkûkê li dijî DAIŞ'ê şer dikin, amade kir. -
Êrîşên li Sûrê dewam dikin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di roja 46. a dorpêçî û terora dewleta Tirk de, bi tank û topan êrîş li hemberî taxên Sûrê tên kirin. Ji duh bi şev û vir ve jî, bi çekên giran gule lê tên reşandin. -
Ciwanên Kurd buroya kovara Der Spîegel dagir kirin
Ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê, ciwanên Kurd buroya kovara Der Spîegel a li bajarê Elmanya Hambûrgê dagir kirin. -
Li Ewropayê çalakiyên destekkirina berxwedana xwerêveberiyê
Li gelek bajarên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan, ji bo destekê bidin xwerêveberiyên li Kurdistanê daketin kolanan. -
Li Nisêbînê bi hezaran kes ji bo Cizîr, Silopiya û Sûrê daketin kolanan
Bi hezaran kesên li Nisêbînê daketin kolanan, êrîşên di çarçoveya terora dewletê ya li ser Sûr, Silopiya û Cizîrê bi çalakiya dengderxistinê ve protesto kirin. -
Li Sêrtê serdegirtina malan û operasyonên binçavkirinê
Li Sêrtê êrîşên tîmên taybet ê saetên şevê dîn dest pê kirî de 5 welatî hatin qetilkirin û êrîşên tîmên taybet hê jî berdewam dike. -
Karageçîlî ya hat înfazkirin li Rihayê hat defnkirin
Mîzgîn Karageçîlî ya li Qoserê di hundirê wesayîtekê de bi 3 hevalên xwe re hat înfazkirin, li Rihayê bi merasîmek bi tevlîbûna bi sedan kesî ve hat oxirkirin. -
Bayik: Em li dijî teslîmiyet û îxanetê şer dikin
Bayik têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pirs bersivandin, diyar kir ku şerê qirêj ê herî dawî dewleta Tirk dimeşîne bi tecrîda li ser Ocalan destpê kir. -
Li Geverê wesayîta Kobra li 2 mînîbusan ket
Li Taxa Yenî ya Geverê wesayîta zirxî ya Kobra li 2 mînîbusan qulibî, hat diyarkirin ku di bûyerê de hin rêwî bi sivikî birîndar bûne. -
Cenazeyên 5 kesên ku hatin qetilkirin anîn Sêrtê
5 kesên ku li Taxa Ulus a Sêrtê ji aliyen polîs û tîmên taybet ên Tirk ve hatin qetilkirin anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. -
Li Agiriyê terora leşker û polîsan
Li gelek cihên Agirî û navçeyên wê leşker û polîsan nukteyên kontrole ava kirin û nasnameyan kontrol dikin. -
KCK: Wê hesabên pêkanînên AKP’ê bê pirsîn
KCK’ê diyar kir ku AKP’e li dijî gelê Kurd êrîşên herî giran ê dîroka Tirkiyeyê dimeşîne, wiha got: “Wê hesabên pêkanînên AKP’ê bi temamî bê pirsîn. Pergala mêtinger qirker wê teqez têk biçe.” -
Elewiyên li Parîsê li dijî qetlîaman çalakiyan didomînin
Li paytexta Fransa Parîsê bi armanca protestokirina êrîşên qirker ên dewleta Tirk di pêşengiya Federasyonên Elewiyên Demokratîk a Ewropa (FEDA) li ber deriyê Sefîrxaneya Tirk çelengê reş hat danîn.