Li Nisêbînê bi hezaran kes ji bo Cizîr, Silopiya û Sûrê daketin kolanan

Bi hezaran kesên li Nisêbînê daketin kolanan, êrîşên di çarçoveya terora dewletê ya li ser Sûr, Silopiya û Cizîrê bi çalakiya dengderxistinê ve protesto kirin.

Bi hezaran kesên li Nisêbînê daketin kolanan, êrîşên di çarçoveya terora dewletê ya li ser Sûr, Silopiya û Cizîrê bi çalakiya dengderxistinê ve protesto kirin.

Gel li Taxa Firatê ya ji navendên berxwedanê, li Nisêbînê cihê xwerêveberî lê tê avakirin, daket kolanana, bi dengderxistinê ve meş li dar xist. Bi hezaran kesên di dema meş û çalakiya dengderxistinê de dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Cizîrê”, “Bijî Berxwedana Botanê”, “Em Ê Bi Berxwedanê Ve Bi Ser Bikevin” qîr kirin rastî piştgiriya bi hezaran kesên derketin ber deriyên xwe û şaneşînên xwe hatin. Welatiyan bi dirûşm, tilîlî, beroş û tewayan piştgirî dan çalakvanan.