BI DÎMEN

Televîzyona RAI dîmenê gerîlayên li Kerkûkê kişand

Televîzyona dewletê ya Îtalyayê RAI, bernameyek li ser gerîlayên li sînorê Kerkûkê li dijî DAIŞ'ê şer dikin, amade kir.

Ekîbek ji televîzyona dewletê ya Îtalyayê RAI, bi gerîlayên HPG û YJA Starê re hevpeyvîn kir. Ji nava vê keîbê rojnamevan Kawa got, "Dîtin û naskirina şervanên ku Kurdistanê diparêzin, cihê kêfxweşiyê ye."

Kawa da zanîn ku bi taybetî gerîlayên jin bandor li wan kirine û got, "Gerîlayên jin ên li vê derê şer dikin, gelekî xurt in. Min ew gelekî bi vîn dît. Ji têkoşîna xwe gelekî piştrast in."