Zarokê birîndar ev 16 saet in ji taxê nikare bê derxistin

Li Cizîrê, zarokekî 16 salî yê ji ber êrîşên dewleta Tirk duh êvarê birîndar bû, ev 16 saet in ji taxê nikare bê derxistin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, ku hêzên dewletê ev 34 roj in bê navber êrîş dikin, duh şevê li taxa Nûrê zarokekî 16 salî birîndar kirin. Ji ber ku destûr nayê dayîn ambûlans xwe bigihîne nava taxê, ev 16 saetin zarokê birîndar ji taxê nikare be derxistin.

Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz, ji duh bi şev ve li qeymeqamiya Cizîrê û Midûriyeta Polîsan digere, lê dike nake nikare bîne taxê.

Zarokê birîndar li taxê bi derfetên welatiyan tê dermankirin, lê rewşa wî her diçe girantir dibe.