Karageçîlî ya hat înfazkirin li Rihayê hat defnkirin

Mîzgîn Karageçîlî ya li Qoserê di hundirê wesayîtekê de bi 3 hevalên xwe re hat înfazkirin, li Rihayê bi merasîmek bi tevlîbûna bi sedan kesî ve hat oxirkirin.

Cenazeya Mîzgîn Karageçîlî ya pêr li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di hundirê wesayîtekê de bi 3 hevalên xwe re hat înfazkirin, piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê radestî malbatê hat kirin. Cenaze di rê de li Mêrdîn, Qoser, Wêranşarê ji aliyê welatiyan hat silavkirin û anîn Taxa Gazbeg (Gazî Bey) a navçeya navendî ya Karakopru ya  Rihayê. Cenaze di ketina taxê de ji aliyê bi sedan welatiyî hat wergirtin û bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo”, “PKK’e Gel E Gel Li Vir E” anîn pêşiya mala wê. Cenazeya jinan ji nû ve danîn ser milên xwe bi dirûşm û tilîliyan anîn goristana taxê. Piştî karên olî, cenazeya Karageçîlî li vir spartin axê.

Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajar Ridvan Yavûz soza dilsoziya bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane da. 

Piştre Apê Karageçîlî Eyyup Karageçîlî xîtabî girseyê kir, bi bîr xist ku xwîna Kurdan tê rijandin, wiha dom kir: “Ez bang cîhanê dikim. Vê xwînê bisekinînin. Êdî bila ciwanên Kurdistanê nemirin. Daxwaza me aşti ye. Divê Kurd mafên xwe bigirin. Keça me şehîda Kurdistanê ye, em ser bilind in.”