KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê kesek ji ber şewba berazan miriye
Li Wanê, kesê bi navê Abdulkerîm Yûrtsever ji ber 'şewba berazan' miriye. -
Li Elmanya û Awûstralyayê çalakî didomin: Kujer Erdogan
Li bajarên Elmanya Hambûrg û Munsterê û li bajarê Awûstralya Sydneyê, êrîşên AKP'ê hatin protestokirin. Çalakgeran berxwedana xwerêveberiyê silav kirin. -
'Kujer wê winda bikin, xwerêveberî wê bi ser bikeve'
Hevserokên DBP û HDP'ê yên Qoserê Hakî Akansel û Lokman Yaşar gotin, "Bersiva me ya li înfazan wê hîn bêhtir berxwedan be. Kujerên hevalên me wê winda bikin, xwerêveberî wê bi ser bikeve." -
Hevjînên 4 roj in agahî jê nedihat girtin, hatine înfazkirin
Li navçeya Şirnex Cizîrê, ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê dewam dikin, hevjînên bi navê Mahmût û Selamet Şahîn ên 4 roj in agahî ji wan nehat digirtin, li mala xwe bi awayekî înfazkirî hatin dîtin. -
Çete li Ezazê derban dixwin: 5 çete hatin kuştin
Çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şam ên êrîşî çeperên Ceyş El Siwar dikin, derban dixwin. Di şerê li Ezazê de 5 çete hatin kuştin. -
Topbarana li hember Sûrê dewam dike
Êrîşên bi tankan û topbarana danê sibehê li navçeya Sûrê dijwar bûn, hînê dewam dikin. -
Rewşenbîrên Başûr: Kurd bibin yek wê karibin pêşî li komkujiyan bigirin
Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê gotin, "Divê parçeyên din û Kurd hemû bi awayî çalak tevlî têkoşînê bibin. Siyaset û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê di vî warî de kêm mane. Ev nayê qebûlkirin." -
Yildiz û Gurbuz ên hatin înfazkirin hatin veşartin
Ji 12 ciwnên li Wanê ji aliyê polîsên tevgera taybet ên Tirk ve hatin qetilkirin cenazeyên Yildiz û Gurbuz hatin veşartin. Ap Yildiz di axaftina xwe ya li merasîmê de got, "Heta ku em serî hilnedin wê faşîzm malên me bişewitîne." -
Eren ê li Qoserê hat binçavkirin winda ye!
Mahmût Eren (23) ê ku di bûyera li Qoserê ya înfazkirina 2 jê jin 4 kesan ku rêveberê DBP'ê yê Qoserê Cengîz Erdem jî di nav de hebû, hat binçavkirin winda ye. -
Dewleta Tirk hîn bêhtir leşker şand Sûrê
Dewleta Tirk hîn bêhtir leşkerên xwe şand navçeya Amed Sûrê, ku bomberdûmaneke giran lê tê kirin. -
Li Nisêbînê teqîna dijwar: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Nisêbînê, danê vê sibehê li ser rêya Îpekê teqîneke dijwar rû da. Ji ber teqînê kesekî jiyana xwe ji dest da. -
Ciwanên Enternasyonalîst ên li Rojava bang kirin
Ciwanên enternasyonalîst, bi armanca silavkirina berxwedana xweseriyê ya li Bakurê Kurdistanê, li ser sînorê Nisêbîn û Qamişloyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. -
Li Cizîrê şer giran e
Li Cizîra Botan, ku dorpêçî û terora dewleta Tirk di roja 32. de ye, berxwedana xwerêveberiyê dewam dike. -
Polîsên Tirk avahiya DBP û KURDÎ-DER a li Çinarê şewitandin
Rêxistina DBP'ê ya Çinarê û şaxê KURDÎ-DER'ê ya Çinarê, ku li heman avahiyê ye, hat şewitandin. -
Li Wanê 11 siyasetmedar hatin binçavkirin
Rêveberê DBP'ê yê Wanê Munîr Aral jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin. -
Li hemberî qereqola jendermeyan çalakiya bi roketan
Li navçeya Mêrdîn Midyadê, li hemberî Qereqola Jendermeya a Botaşê duh bi şev bi roketan û çekên giran çalakiyek hat lidarxistin. -
Berxwedana li Geverê bi ser ket
Li Geverê, leşker û tîmên taybet ên Tirk nîvê şevê bi çekên giran êrîş kirin. Hêzên Xweparastinê di cih de bersiv dan êrîşên hêzên dewletê û di encama vê berxwedanê de hêzên dewletê xwe vekişandin. -
Li Sûrê teqîn û şerê diqewimin
Li Sûrê danê vê sibehê 3 teqînên mezin rû dan. Hêzên dewleta Tirk bê navber bi tankan bombeyan li navçeyê dibarînin. -
Êrîşên dewleta Tirk tên şermezarkirin
Terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, bi çalakiyên girseyî li gelek bajarên Ewropayê tê şermezarkirin. -
Li Swêdê çalakiyên li dijî AKP'ê dewam dikin
Kurdistaniyên li Swêdê dijîn, ji bo balê bikişînin ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, li Stockholm û Gavle çalakî lidar xistin. -
Îlahiyatnas Bîlge: Qewmê ji aliyê Xwedê ve hatiye çêkirin red dikin
Îlahiyatnas Mehmet Alî Bîlge nerazîbûn nîşanî qetilkirina sivîlan di şerê navxweyî yê li welatên Misilman ên li Rojhilata Navîn da û diyar kir, ku li Tirkiye ya bi hinceta qetilkirina sivîlan li dijî Esad derdikeve, heman qetlîam hene. -
Li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Çinarê çalakî
Li hemberî Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Amed Çinarê çalakiyek hat lidarxistin. Piştî çalakiya bi wesayîta bombebarkirî, bi roketan lê hat dayîn û midûriyeta emniyetê bû ku nema karibe bê bikaranîn. -
Li Nisêbînê revebera Komeleya Rojava hat binçavkirin
Rêvebera DBP’ê yê bajarê Mêrdînê û Şaxa Mêrdiyê ya Komeleya Piştevaniya Rojava Hasîbe Mengîrkoan dema li Mêrdînê alîkarî li gel parve dikir hat binçavkirin. -
Li Geverê çalakiya nobedê di roja 42. de didome
Li Geverê li taxên berxwedanê, çalakiya nobedê ya li konan li gel hewa sar dewam dike. Ciwanên ku parastina taxê dikin di heman demê de bi newayên azadiyê re coş û moralê jî didin berxwedanê. -
YPG: Wesayîtek leşkerî ya çeteyan hat rûxandin
Fermandariya YPG’ê ya Helebê diyar kir ku çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam bi çekên giran û topên hawanê êrîşî taxa Şêx Meqsud kirine, lê hêzên wan di cih de bersiv dane û derbe li çeteyan xistine.