BI DÎMEN

Li Elmanya û Awûstralyayê çalakî didomin: Kujer Erdogan

Li bajarên Elmanya Hambûrg û Munsterê û li bajarê Awûstralya Sydneyê, êrîşên AKP'ê hatin protestokirin. Çalakgeran berxwedana xwerêveberiyê silav kirin.

Li bajarên Elmanya Hambûrg û Munsterê û li bajarê Awûstralya Sydneyê, êrîşên AKP'ê hatin protestokirin. Çalakgeran berxwedana xwerêveberiyê silav kirin.

HANNOVER: Li bajarê Elmanya Hannoverê jî, endamên Ciwanên Azad ji bo silavkirina berxwedana xwerêveberiyê û şermezarkirina êrîşên dewlta Tirk li HBF çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiya ku gelek ciwan lê amade bûn de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kujerê zarokan Erdogan" hatin qîrîn. Ji bo çalakiya 16'ê Çileyê ya li ber Hannover HBF'ê banga tevlîbûnê hat kirin.

HAMBÛRG: Li bajarê Elmanya Hambûrgê, di 3. salvegera komkujiya Parîsê de şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bîranîn. Merasîma bîranînê, ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hat organîzekirin. Di bîranînê de bergê duyemîn ê pirtûka Sakîne Cansiz a bi navê 'Jiyana min her şer bû' ya bi zimanê Elmanî hat nasandin. Xwişka yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê M. Hayrî Dûrmûş Ayten Dûrmûş li vir axivî û got, "Bi saya têkoşîna şehîdan re, jin ji rewşa jêçûna ji dîrokê derbasî asta nivîsandina dîrokê bûn." Di merasîma bîranînê de ji bo meşa ciwanan a roja Şemiyê saet di 15:00 de, ku wê li Hambûrg-Altona were lidarxistin banga tevlîbûnê hat kirin.

MUNSTER: Li bajarê Elmanya Munsterê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi armanca silavkirina berxwedana xwerêveberiyê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li HBF çalakiyek lidar xist. Di çalakiya li pêşiya stasyona trenê de, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kujerê zarokan Erdogan" hatin qîrîn. Di çalakiyê de her wiha li ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, dosya pêşkêşî buroyên partiyên siyasî yên Elman hatin kirin.

SYDNEY: Li bajarê Awûstralya Sydneyê, dewleta Tirk hat protestokirin. Kurd, bawermendên Elewî û şoreşger hatin avahiya televîzyona dewletê ABC û çalakiya protestoyî ya bêdeng lidar xisitn. Zarok, jin û extiyaran li vê derê kefenê spî li xwe kirin, xwe li erdê dirêj kirin û mesaja "Bêdengiya we me bi vî rengî dikuje" dan. Komîteya amadekar dosyayek li ser komkujiyên AKP dike, pêşkêşî rayedarên televîzyonê kir. Girseya gel piştî ku ji avahiya televîzyonê derket, heta Central Stationsê meşiya û AKP teşhîr kir.

...