Li navçeya Şirnex Cizîrê, ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê dewam dikin, hevjînên bi navê Mahmût û Selamet Şahîn ên 4 roj in agahî ji wan nehat digirtin, li mala xwe bi awayekî înfazkirî hatin dîtin.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, êrîşên hêzên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê, dewam dikin. Mahmût û Selamet Şahîn ên li kolana Yayla ya taxa Cûdî dijiyan, ev 4 roj in agahî jê nedihat girtin. Cîran danê vê sibehê çûn mala wan. Cîranên ku derî şikandin û ketin hundir, dîtin ku hevjînên Şahîn hatine înfazkirin. Hat ragihandin ku cenazeyên Mahmût û Selamet Şahîn bi ambûlansê şandine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Li taxa Nûrê jî, li kolanên di bin kontrola hêzên dewletê de ne, lêgerîna li malan dewamdikin. Hat ragihandin ku hêzên dewletê dîwarên malan hildiweşînin û bi vî rengî dikevin hundir. Hêzên dewleta Tirk ên xaniyan dikin ku nema karibin bên bikaranîn, kaxiza 'zerar bi mala min nekirine' bi zorê bi gel didin îmzekirin.
ŞER GIRAN BÛ
Her wiha hat tesîtkirin ku hêzên dewletê piştî lêgerînê hin mal şewitandin. Li taxên Nûr û Cûdî dengê çekan û teqînan tê. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, YPS bersiveke tund dide hêzên dewletê yên dixwazin bi pêş de biçin.