YPG: Wesayîtek leşkerî ya çeteyan hat rûxandin

Fermandariya YPG’ê ya Helebê diyar kir ku çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam bi çekên giran û topên hawanê êrîşî taxa Şêx Meqsud kirine, lê hêzên wan di cih de bersiv dane û derbe li çeteyan xistine.

Fermandariya YPG’ê ya Helebê diyar kir ku çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam bi çekên giran û topên hawanê êrîşî taxa Şêx Meqsud kirine, lê hêzên wan di cih de bersiv dane û derbe li çeteyan xistine.

 

Fermandariya YPG’ê ya Helebê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin de ev agahî hatin dayîn:

 

“13’ê Çileya 2016’an di saetên nîvro de çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam, bi çekên giran û topên hawanan erîş birin ser Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê. Hêzên me di cih de bersiv dan û operasyonek li ser rêya Kastêlo û Cerxa Cundol yên ku çeteyan xwe li bi cih kiribûn dan destpêkirin. Di encamê de pevçûn qewimî û li vê herêmê wesayîtek leşkerî ya çeteyan hate rûxandin. Di van pevçûnan de çeteyek hat kuştin, gelek çete jî hatin birîndarkirin. Pevçûnên dem kurt hê berdewam dikin.”