KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li dijî terora AKP'ê li Amsterdamê greva birçîbûnê destpê kir
Li dijî komkujiyên ku AKP li Bakurê Kurdistanê dike, li Amsterdamê greva birçîbûnê destpê kir. -
Wekîlê PDK'yî Halo: Dewleta Tirk wê nikaribe berxwedana Bakur bişikîne
Parlamenterê PDK'yî Alî Halo diyar kir ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê Enfalê dike û destnîşan kir, ku bêdengiya li pêşberî vê rewşê, bi ti awayî bi kêrî yekîtiya neteweyî ya Kurdan nake. -
Karayilan: Tol wê were hilanîn
Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk li dijî tevger û gelê Kurd dest bi konsepteke nû kiriye û got, "Armanca vê konseptê teslîmgirtin, têkbirin e." -
Malên Tirk li Başûrê Kurdistanê tên boykotkirin
Komek ji rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û kesayetên naskirî yên li Başûrê Kurdistanê, kampanya boykotkirina malên Tirk da destpêkirin. -
Boykota li Başûrê Kurdistanê li her derê belav dibe
Li başûrê Kurdistanê, çalakiya boykotê ya xebatkarên dadgehê û parêzeran, ku 4 meh in nikarin heqdestê xwe werbigirin, li hemû bajar û navçeyan belav dibe. -
Dewlet hewl dide cezaneyên 3 kesan bi dizî li Cizîrê veşêre
Yek jê pitik cenazeyên sê kesên li Cizîrê di êrîşên dewleta Tirk de hatin qetilkirin, hewl tê dayîn bêyî destûra malbatan bi dizî ji aliyê polîsan ve werin veşartin. -
Parlamentera Goran: Em li cem gelê xwe yê Bakur e
Parlamentera Tevgera Goran Bihar Mehmûd got, "Weke Tevgera em piştgiriyê didin têkoşîna gelê xwe yê Bakur" û destnîşan kir, ku di pêvajoya heyî de ji bo Kurdan yekîtî şert e. -
Greva birçîbûnê ya malbatên nikarin cenazeyên xwe rakin, didome
Li Sûrê, dorpêçî û terora dewleta Tirk di roja 43. de ye. Greva birçîbûnê ya malbatên nikarin cenazeyên xwe yên li navçeyê rakin, dewam dike. -
Li Şemzînanê operasyon
Li herêma Gare û Zerza ya Şemzînanê, artêşa Tirk danê vê sibehê dest bi operasyonê kir. -
Kurdên li Ewropayê li dijî AKP'ê dest bi çalakiyên rûniştinê dikin
KCD-E û TJK-E, ji bo bala Ewropayê bikişînin ser êrîşên qirkirinê yên AKP li Kurdistanê dike, dest bi çalakiyên rûniştinê dikin. -
Li hemberî Sûrê êrîşên bi tank û topan dewam dikin
Di roja 43. a dorpêçî û terora dewleta Tirk de, êrîşên dewletê yên li hemberî gelê navçeya Amed Sûrê dewam dikin. -
Li Geverê çalakiya li dijî maşîna zirxî
Li Geverê duh bi şev li dijî maşîneke zirxî ya polîsan çalakiyek hat lidarxistin. -
Li Dûîsbûrgê çalakiya protestoyî, li Amsterdamê greva birçîbûnê
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Li bajarê Hollanda Amsterdamê jî, bi heman armancê greva birçîbûnê tê kirin. -
Li dijî terora dewleta Tirk wê li Elmanyayê çalakî bên lidarxistin
Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, bi armanca şermezarkirina terora dewleta Tirk a li Kurdistanê, wê li gelek bajaran çalakiyan lidar bixin. -
Mele Akyuz: Xendekên li Medîne hatin kolandin ji bo parastinê bûn
Akyuz diyar kir ku li Medîne, ji bo gel zerarê nebîne li çar aliyên bajêr xendek hatin kolandin û got, "Xendek xweparastin e. Ji ber ku xendek ne rêbaza êrîşê ye, weke xweparastinê tê qebûlkirin." -
Cenazeyên Bagdûr û Taşkin ên hatin qetilkirin spartin axê
Cabbar Taşkin û Alî Bagdûr ê li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin, li gundê Kiriş ê Cizîrê ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin. -
Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
Li ser taxên Nûr û Cûdî yê Cizîrê tank topan dibarînin, polîsan Hasan Geçgel, Temel Yilmaz û Lokman Ûçar jî binçav kirin. -
Balafirên şer Garê bomberdûman kirin
Li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji saet 21.15’an ve tevgera gelek balafirên şer ên Tirk hene. Balafirên şer ên Tirk Garê bomberdûman dikin. -
Li gundekî Hesekê teqîn: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Hate ragihandin ku îşev li gundê Sebeh Sikûr ê li başûrrojhilatê bajarê Hesekê teqînekê rû da, di encamê de 2 zarokên gund jiyana xwe jidest dan û hin kes jî birîndar bûn. -
Li Wanê dema derbasbûna trena barkirî de teqînekê rû da
Li Wanê dema derbasbûna trena barkirî teqînek pêk hat. -
Cenazeyên 5 ciwanên din jî hat girtin
Ji cenazeyên 12 ciwanên ku li Wanê hatin înfazkirin 5 cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hat girtin, şandin bajarê wan. -
Han ê ku hêzên dewletê qetil kirin hat defnkirin
Cenazeyê Hasan Han (65) ê hêzên dewletê li Geverê bi TOMA’yê bi pêlêkirinê ve qetil kirin, li gundê Xûrekanan (Aşagi Guveç) spartin axê. -
Li Silopiyayê 8 kes bi awayek korsan hat defnkirin
8 kesên ku li Silopiyayê di dîrokên cuda de ji aliyê hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin bêyî malbatan agahdar bikin, rayedarên dewletê bi awayekî korsan defn kirin. -
Li Geverê berxwedan didome
Li navçeya Gever a Colemêrgê piştî wesayîta TOMA’yê di ser serê kesekî re derbas bû û qetilkir, berxwedan gel a li hemberî hêzên dewleta Tirk dayîn destpêkirin didome. -
Elçî yê li Cizîrê birîndarbûyî jiyana xwe ji dest da
Di encama gulebarana hêzên dewleta Tirk a li Taxa Şah a danê sibehê Veysî Elçî birîndar bibû, li nexweşxaneya ku tedawî dibû jiyana xwe ji dest da.