KURDISTAN
Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferansê îradeya çareseriyê daniye holê û civaka Êzidî li hemberî siyaseta helandinê dixwaze bi entegrasyoneke demokratîk mafên xwe misoger bike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” bı panela 3'Emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye."
"Entegrasyona demokratîk ji bo Êzîdiyan meşeke dirêj û bi israr e ku dewletê biçûk dike û civakê mezin dike; bîra qirkirinê vediguherîne avakariya siyasî. Meclîs divê hêzên parastina cewherî bi perspektîfa neteweya demokratîk koordîne bike."
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" a li Şengalê, bi rûniştina ‘Fermana 2014 û Lêgerîna Edaletê’ dewam dike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk" a li Şengalê bi panela yekemîn dewam dike. Di konferansê de hate ragihandin ku divê dîrok baş bê xwendin û hate gotin, "Divê ferman ne tenê weke karesat, lê weke dersên ji bo paşerojê bê dîtin."
Hemû Nûçe
-
Akyol: Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin
Li navçeya Amed Sûrê, ku ev 42 roj in ji aliyê dewletê ve hatiye dorpêçkirin, têkoşîna ji bo statuya gelê Kurd dewam dike. Hevşaredara Navçeya Çinarê ya DBP'yî Akyol diyar kir, ku li hemberî gelê Kurd polîtîkayeke mezin a tinekirinê tê meşandin.
-
Li Cizîrê 3 cenaze rakirin nexweşxaneyê
Cenazeyên Şukru Coşkûn, Nebî Katlav û Alî Bagdû yê duh li Cizîrê hatin qetilkirin, ji aliyê ambûlansa Şaredariyê ve ji cihê lê hatin qetilkirin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirexê.
-
-
Li Xîzanê mirina bi guman a keçekê
Keça bi navê H.A ya 14 salî ku bi malbata xwe re li gundê Gulpîk (Suttaşi) ê girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê dijiya, hat îdîakirin ku xwe bi darvekirinê ve întîxar kiriye.
-
-
-
-
Hezaran kesî Tayfûn Yaşli oxir kir
Cenazeyê xwendekarê Zanîngeha 18 Mart a Çanakkaleyê Taygun Yaşli yê li Cizîrê hate qetilkirin, li gundê Şeba yê Milazgîrê ji aliyê hezaran kesan ve hate oxirkirin.
-
-
-
-
Îrmez: Cenazeyên Şêx Saîd û Saîdê Kurdî tê bîra mirov
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez li hember ravendin û definkirina cenazeyan ên li Silopiyayê ku terora dewletê didome, bertek nîşan da, da xuyakirin ku dewleta Tirk ev sed sal in cenazeyên gelê Kurd direvîne.
-
Qetilkirina 12 ciwanan tê şermezarkirin
Li navçeya Artemêtan a Wanê 12 ciwanên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin tên protestokirin. Di çalakiya li Colemêrgê de peyamên, wê gelê Kurd hesab ji AKP’ê bixwaze hatin dayîn.
-
-
Kaya: Werin, bûyeran bi çavê xwe bibînin!
Polîsên Tirk destûr nedan ku Endamên Kongereya Îslama Demokratîk (DÎK) li Qada Şêx Saîd nimêja cenaze ya paşpenî ya ji bo kesên li Cizîr, Sûr û Silopiyayê hatin qetilkirin bikin.
-
-
Jin meşa xwe ya Botanê didomînin
Meşa li Botanê bi armanca wergirtina cenazeyên kesên ji aliyê dewleta Tirk li Şirnex, Silopiya û Cizîrê hatine qetilkirin di ketina Sêrtê de hat astengkirin, li ser vê biryar hat dayîn ku ji ser Mêrdînê derbasî Şirnexê bibin.
-
-
-
Polîsên Tirk li meşvanên Botanê xistin
Meşvanên Botanê yên ji Bedlîsê bi rê ketin, li cihekî 8 km nêzî Misricê ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin. Polîsên Tirk ên ketin hundirê wesayîtan, li gel xistin.
-
-
Îradeya azadiyê wê bi ser bikeve - Selahattîn Erdem
Desthilatdariya AKP'ê, ku di 1'ê Mijdarê de bi darbeyek faşîst desthilatdarî xesp kir, dixwaze wek darbeya 12'ê Îlona faşîst, Kurdistanê ji nû de dagir bike. Êrîşên ku bi armanca kuştin û koçberkirinê têne kirin, vekirî komkujî ne.
-
-
-