Qetilkirina 12 ciwanan tê şermezarkirin
Li navçeya Artemêtan a Wanê 12 ciwanên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin tên protestokirin. Di çalakiya li Colemêrgê de peyamên, wê gelê Kurd hesab ji AKP’ê bixwaze hatin dayîn.
Li navçeya Artemêtan a Wanê 12 ciwanên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin tên protestokirin. Di çalakiya li Colemêrgê de peyamên, wê gelê Kurd hesab ji AKP’ê bixwaze hatin dayîn.
Li navçeya Ertemêtan a Wanê 12 ciwanên ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin tên protestokirin. Di çalakiya li Colemêrgê de peyamên, wê gelê Kurd hesab ji AKP’ê bixwaze hatin dayîn.
QERQELÎ
Li navçeya Qerqelî ya Wanê têkîldarî qetilkirina 12 ciwanan daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Bi sedan kesên ku li Cadeya Stasyonê kom bûn bi dirûşmeyên, “Zext Nikarin Serî Li Me Bitewînin” ve bertekên xwe anîn ziman.
Di çalakiyê de Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Qerqeliyê Recep Ceylanci axivî, diyar kir ku nêzî 4 mehan e li ser Kurdan konsepta şerekî qirêj pêk tê. Ceylanci wiha axivî: “Hikûmeta şer Kurdistan xistiye dorpêçê, her roj jî îmzeyê davêje qetlîamên nû. Em vê zîhniyeta 12 ciwan li Wanê qetilkirî bi tundî şermezar dikin.”
MEHMÛDÎ
Li navçeya Mehmûdî ya Wanê bi sedan kes li ber avahiya DBP'ê kom bûn û înfazkirina 12 ciwanan şermezar kirin. Hevserokê DBP'ê Hîlmî Aydinbay axivî û wiha got: "Tîmên Esedullah ên ku JÎTEM a AKp'ê ye her roj li Kurdistanê qatlîamên nû pêk tîne. Em polîtîkayên înfazan û qatlîaman şermezar dikin.
ARTEMÊTANÊ
Li navçeya Artemêtanê jî înfaz hatin şermezarkirin. Di çalakiya ku piştî girtina Hevşeradara Artemêtanê Rojbîn Çetîn her hefte tê lidarxistin de vê hefteyê înfaz hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de Alîkarê Hevşaredarê Artemêtanê Îzzet Kurt axivî û wiha got: "Bi înfazan re êdî gotin qediyaye. Em wekî hemû qatlîamên li Kurdistanê înfazkirina 12 ciwanan jî şermezar dikin."
COLEMÊRG
Gelek welatiyên ku di nav de rêveberên HDB. DBP, ÎHD, KESK û KJA'yê jî hene bi çalakiya rûniştinê înfaz şermezar kirin. Hevserokê HDP'ê Metîn Besî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku hesabê 12 ciwanan wê ji aliyê gelê kurd ên li Kurdistanê li ber xwe didin bê pirsîn.
Parlamenterê HDP'ê Nîhat Akdogan jî diyar kir ku vî gelî di 1925-38'an de li ber xwe dan li dijî hovîtiyê serê xwe netewand û wê dîsa jî serê xwe netewîne.
GEVER
Li4 ber Meclîsa Gel a Geverê qeletiyên hatin cem hev înfazkirina 12 ciwanan şermezar kirin. Hevserokê Meclîsa Gel a Geverê Şerafettîn Dede li vir axivî û got ku hikûmeta AKP'ê gelê kurd ji qatlîamê derbas dike.
Dede anî ziman ku ti kes nikare bi qatlîaman ve bi gel paşve gav bide avêtin û xwest ku kujeran bi hevre teşhîr bikin.