Cenazeyê Azîz Yûral ji aliyê malbat û xizmên wî ve li Cizîrê hat definkirin

Cenazeyê Azîz Yûral ê xebatkarê tendirûstiyê yê 30’ê Kanûnê li Cizîrê hat qetilkirin, ji aliyê malbat û xizmên wî ve li baxçeyê Mizgefta Şêx Mûhamed Nûrî ya Cizîrê hat definkirin.

Cenazeyê Azîz Yûral ê li Cizîrê dema alikariya birîndarekê dikir ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin, beriya du rojan ji aliyê parlementerên HDP’ê û malbatê ve ji Şinexê hat girtin. Cenaze ji aliyê malbat û xizmên wî ve li hewşa Mizgefta Şêx Mûhamed Nûrî ya Cizîrê hat definkirin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê ya ku terora dewlet Tirk di roja 30’ê de berdewam dike de, Azîz Yûral ê xebatkarê tendirûstiyê yê Şaxa Cizîrê ya SES’ê ku dema xwest alîkariya jina ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat birîndarkirin bike, ji aliyê tîmên taybet ve hat qetilkirin. Cenazeyê Yûral ji aliyê malbat û xizmên wî ve li Cizîrê hat definkirin. Li nexweşxaneya Êlihê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê Yûral rakiribûn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî ku belgeya Saziya Tipa Edlî hat erêkirin, êdî dewlet cenazeyan dikare birevîne û defin bike. Cenazeyê Yûral beriya 2 rojan ji aliyê malbat û parlementerên HDP’ê ve rakirin depoya hewaya sar a Şaredariyê amade kiri bû.

Cenazeyê Yûral îro ji aliyê malbatê ve ji Şirnexê hat girtin û birin mala malbatê ya li Cizîrê, piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta Şêx Seyda. Ji ber sedema qedexe û terore dewletê gel beşdarî merasîma cenaze nebûn, parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, malbat û xizmên Yûral beşdarî merasîma cenaze bûn. Piştî karûbarê wecîbeyên olî û şûn de cenazeyê Yûral li baxçeyê Mizgefta Şêx Mûhamed Nûrî ya li Taxa Kalê hat definkirin.