Têkildarî girtiyên ji Îmraliyê şandine Sîlîvrî wê daxuyanî bê dayîn

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, muwekîlên xwe Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş ên ji Îmraliyê sirgûnî Sîlîvrî hatin kirin re, li Girtîgeha Sîlîvrî îro ziyaret kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, wê têkildarî girtiyên ji Girtîgeha Îmraliyê şandine Sîlîvrî, daxuyaniyekê bidin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, muwekîlên xwe Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş ên ji Îmraliyê sirgûnî Sîlîvrî hatin kirin re, li Girtîgeha Sîlîvrî îro ziyaret kirin.

Parêzer wê îro di nava rojê de li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî biweşînin.

TECRÎDA ŞIDANDÎ DIDOME

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 6'ê Cotmeha 2014'an û vir ve nikare bi malbat û wasiyê xwe re hevdîtinê bike. Her wiha ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî destûr nayê dayîn ku heyetên siyasî biçin Îmraliyê. Lewma bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê wergirtin. Du girtiyên ji bo wezîfeya sekreteryayê li Îmraliyê bûn, berî çend rojan bêyî agahî ji malbat û parêzaran re be dayîn ji Îmraliyê sirgûnî Sîlîvrî hatin kirin. Vê yekê endîşeyên li ser tenduristiya Ocalan zêdetir kir.