KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şirnexê malbatan 8 cenaze wergirtin
8 cenazeyên ku li navenda Şirnexê, navçeyên Silopiya û Cizîrê hatin qetilkirin û li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihat rawestandin, tevî destûra defnkirinê ya malbatan hebû jî 4 seatan li benda pêkanîna kêfî ya hêzên dewletê hatin. -
Li Kerboranê 3 ciwan hatin girtin
Li Kerboranê beriya 4 rojan 3 ciwan hatibûn binçavkirin, bi îdîaya “Endamê rêxistinê ne” hatin girtin. -
Sewqiyata leşkerî ber bi Cizîr û Silopiyayê ve kete rê
Sewqiyata leşkerî ya ji gelek wesayîtên zirxî û otobûsên ku leşker barkirî pêk tê, ber bi navçeyên Cizîr û Silopiyayê ya Şirnexê ve ket rê. -
Li Mexmûrê bi hezaran kes ji bo Sara û hevalên wê meşiyan
Sêyemîn salvegera qetlîama şehîdên Parîsê, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) bi meşeke girseyî hat bîranîn. -
Dewleta ku ‘şantaja’ wê negirt cenaze neda
Li ser teblîgata rêziknameya Saziya Tipa Edlî ya, “Cenazeyan bigirin an jî em ê defn bikin”, malbatên ji bo cenazeya bigirin çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê hatin astengkirin. -
Şehîdên Parîsê li Silêmanî hatin bîranîn
Şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin li Silêmanî hatin bîranîn. ‘Xelata Têkoşîn û Berxwedana Sakîne Cansiz’ a her sal tê dayîn, îsal layiqî YPJ-Şengal hat dîtin. -
Çete êrîşî Taxa Şêxmeqsûdê dikin
Hate ragihandin ku çeteyên El- Nûsra û Ehrar El-Şam bi çekên giran êrîşî Taxa Şêxmeqsûd dikin. -
Dewleta Tirk li Sûrê bi tankan malan xera dike
Li Sûrê ya ku êrîş dijwar dibin, tankên Tirk malan yek bi yek hildiweşîne û hewl dide bi pêş de biçe. -
Êrîşa li hember kampa Başîka careke din hat derewandin
Fermandariya Operasyona Hevpar a Iraqê diyar kir ku nûçeyên çeteyên DAÎŞ’ê yên êrîşkirina li hember kampa Başîka ya Mûsilê ku leşkerên Tirk lê dimîne, derewand û got, ti rastiya van nûçeyan tineye. -
Li Şirnexê 8 cenaze hatin revandin
Cenazeyên 8 kesan ên di êrîşên terora dewletê de hatin qetilkirin û li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihatIN ragirtin, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin revandin. -
Li Kobanê 6 şervanên YPG/YPJ spartin axê
Li Kobanê 6 şervanên YPG/YPJ’ê li Goristan Şehîd Dîcle ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. -
Li Cizîrê 2 kes hatin qetilkirin
Li Taxa Cûdî ya Cizîrê di encama topbarana hêzên dewleta Tirk ya li ser taxê, Mûrat Ekîncî (22) û Mûrat Egul (24) ên parçeyên şarapnelê li bedena wan ket jiyana xwe ji dest dan. -
Kurdistan û Tirkiye ji bo jinên şoreşger ên hatin qetilkirin daketin kolanan
Ji bo 3 jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin bîranîn didomin. Di bîranînên ku polîsan êrîş kirê de jin û gel xweparastin pêk anîn. Li hin bajaran polîsan çalakvan binçav kirin, li êrîşên nîjadperestan jî temaşe kirin. -
Ji HDP'ê 'meşa mirovahiyê' ya ber bi Şirnexê
Li gorî fermannameya îro ji hevserokatiya hemû bajaran re hat şandin, wê bi dirûşma "Cenazeyên me nayên veşartin, mirovahî dimire" ji her derê ber bi Şirnexê ve "meşa mirovahiyê" bê lidarxistin. -
PYD: Em piştgiriya berxwedana Bakur dikin, divê ji bo hovîtiya AKP’ê bêjin raweste
PYD’ê daxuyaniyek nivîskî weşand balkişand ser berxwedana li Bakurê Kurdistan û terora dewleta Tirkiyeyê. -
Gerîlayê HPG’ê Çevîk ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mehmet Çevîk (Zerdeşt Sîser) bi tevlîbûna deh hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. -
Li Îzmîrê êrîşa polîsan: 35 jin hatin binçavkirin
Ji bo bîranîna jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, jin li Îzmîrê li hev civiyan. Lê belê polîsên Tirk êrîş kirin û 35 jin girtin binçavan. -
Li Mersînê tevî êrîşa polîsan jî her sê jin hatin bîranîn
Jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li Mersînê hatin bîranîn. -
‘Dewletê li Basayê qetil kir; guneh xist stuyê PKK'ê'
Dayİkên Şemiyê, di çalakiya xwe ya vê hefteyê de hesabên qetlîama Basayê pirsîn. Malbatên kesên jiyana xwe ji dan gotin, "Dewletê qetlîam kir." -
Li ser rêya Hezex-Midyadê Qemyonek hat şewitandin
YPS'ê di navbera Hezex-Midyadê de kontrola rê kir. TIR'ek hat şewitandin, mifteyên 5 heban hatin desteserkirin û bi vî rengî rê hat girtin. -
Polîsan li Silopiyayê 3 cenazeyên li mizgeftê revandin
Cenazeyên Mehmet Mete (11), Aydin Mete (16) û Omer Maslû yên li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin û ji ber qedexeyê ji bo nehatin defnkirin li mizgeftê dihatin rawestandin, ji aliyê hêzên dewletê hatin revandin. -
Bi deh hezaran kes ji bo sê jinên şoreşger herikîn Parîsê
Di salvegera qetilkirina Sakîneyan de bi deh hezaran kes li Parîsê li hev civiyan. Malbatan û nûnerên saziyan diyar kirin ku berpirsyarê înfazan dewleta Tirk e û nerazîbûn nîşanî bêdengiya Fransayê dan. -
Li ser gora Cansiz soz dan: Em ê teslîm nebin!
Sakîne Cansiz û hevalên wê yên li Parîsê hatin qetilkirin li Dêrsimê hatin bîranîn. Di axaftinên bîranînê de peyama qebûlnekirina teslîmiyetê û mezinkirina têkoşînê hat dayîn. -
YPG'ê nasnameya şervanekî xwe aşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê nasnameya şervanekî xwe yê di operasyona HSD'ê ya li başûrê Kobanê de li derdora Bendava Teşrînê jiyan xwe ji dest da, aşkere kir. -
HDP’ê têkîldarî jinên ji aliyê dewletê hatin qetilkirin rapor amade kir
HDP’ê têkîldarî jinên ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin rapor amade kir. Li gor raporê heta îro tenê di dorpêçan de ji 161 kesên hatine qetilkirin 30 kes jin in.