KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Nûçegihana JINHA'yê hat girtin
Nûçegihana JINHA'yê Rojda Ogûz, ku di operasyona qirkirina siyasî ya li hemberî xwendekarên zanîngeha Wanê de hat binçavkirin, hat girtin. -
Ji bo şervanê YPG’ê Şervan Varto li Mûşê mewlûd hat dayîn
Ji bo şevanê YPG’ê Şervan Varto (Mazlûm Çelîk) û 17 hevalên wî yên 29-30’ê Kanûna 2015’an di pevçûnek li gundên Eyn Îsa û Şergîat ên Rojava jiyana xwe ji dest dan, li gundê Alîgedîk mewlûdek hat dayîn. -
Cansiz û hevalên xwe wê sibehê li Kerkûkê bên bîranîn
Ji bo 3 jinên şoreşger Cansiz, Dogan û Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin wê di pêşengiya REJAK de sibehê bi aktîvîteyekê li Kerkûkê bên bîranîn. -
Li Wanê 2 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk li Taxa Xaçortê ya Wanê di ser malekê de girtin û du kesên bi navên Ferhan Abî û Îdrîs Abî binçav kirin. -
Li Hagen û Wûppertalê piştî nimeja Înê dewleta Tirk hat protestokirin
Li bajarên Hagen û Wûppertalê piştî nimeja Înê terora dewleta Tirk hat şermezarkirin. -
Li Silêmaniyê asayîşê êrîşî çalakiya piştgiriya Bakurê Kurdistanê kir
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê dema ku Komelên Ciwanên Welatparêz ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Kurdistanê daxuyanî dan rastî êrîşa Asayîşa YNK'ê hatin. -
KCD-E banga tevlîbûna çalakiya li Parîsê kir
KCD-E ji bo protestokirina qetlîama 9’ê Çile, banga tevlîbûna meşa sibehê ya li paytexta Fransa Parîsê kir. -
Bi balafirên kargoyê sewqiyata leşkerî
Li baregera leşkerî ya Amedê bi gelek balafirên leşkerî ve seqwiyat hate kirin. -
Ciwanên rojavayî berxwedana li Bakur silav kirin
Yekîtiya Ciwanên Rojava li bajarê Dirbêsiyê bi armanca piştgirîdayîna berxwedana Bakurê Kurdistanê meşeke girseyî li dar xist. -
Ji bo jinên hatin qetilkirin li Hezexê daxuyanî
Li Hezexê ji bo siyasetmedarên jinên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin jinan daxuyanî dan, banga xwedîderketina xwerêveberiyan li her kesî kirin. -
Bi hezaran kes Akyuz oxir kir
Huseyîn Akyuz ê ku li Nisêbînê li gel Kerem Akyurek ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate qetilkirin, li Midyadê bi dirûşma "Şehîd namirin" hate defin kirin. -
Li ser malbata her du birayên hatin qetilkirin zexta ‘cenazeyan defin bikin’
Birayê Nîdar Sumer (17) û Halîs Sumer (45) ên ku li Cizîrê hatin qetilkirin, Îlham Sumer da zanîn ku dewlet ji bo cenazeyan defin bikin zextê li wan dike û vê pirsê kir: "Li Cizîrê qedexe heye. Em çawa cenazên xwe defin bikin?" -
KCK: Dewleta Tirk li Îmraliyê şerê psîkolojîk dimeşîne
KCK: Tecrîda li ser Rêber Apo û sirgûnkirina yên li cem wî, şerê heyî hê bi şîdetkirinê ve domandin e. Li dijî polîtîkayek wiha ji bilî têkoşînê ti rêyên din tineye. -
Li Cizîrê 2 kesên din hatin qetilkirin
Li taxa Nûr a Cizîrê ku ji duh bi şev û vir ve bi tank û topan êrîşên giran lê tê kirin, welatiyên bi navê Tayfûr Yaşli û Şivan Mûngan bi guleyên hêzên dewleta Tirk hatin qetilkirin. -
Li Hezexê YPS Jin ava bû
Li dijî êrîşên li hemberî vîna xwerêveberiyê ya gelê Kured, li Hezexê Yekîneyên Parastina Sivî ên Jin (YPS Jin) ava bû. YPS Jin destnîşan kir, ku ew ê li dijî êrîşan têkoşînê xurt bikin. -
Akyurek ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin
Cenazeyê Kerem Akyurek ê ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Dewleta Tirk li Sûrê zarokek qetil kir
Hêzên dewleta Tirk li Sûrê zaroka bi navê Rozerîn Çûkûr a 17 salî, qetil kir. Rozerîn Çûkûr bi guleya li serî ketî jiyana xwe ji dest da. -
Şaredariya Şirnexê: Em nikarin cenazeyan werbigirin
Ji Serbijîjkiya Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê nivîsa "cenazeyan werbigirin" ji Şaredariya Şirnexê re hat şandin. Şaredariyê jî bersiva "Ji ber qedexeyê, malbat nikarin cenazeyên xwe veşêrin, lewma tiştekî em karibin nîne" da. -
Li Hesekê komîngeha 'Şehîd Ayten' vebû
Li taxa Mesakên a Hesekê, komîgeha bi navê Şehîd Ayten a ji 11 komunan pêk tê, vebû. -
Cenazeyên her du birayên li Cizîrê hatin qetilkirin anîn Şirnexê
Cenazeyên her du birayên li Cizîrê hatin qetilkirin, piştî otopsiyê rakirin depoya sar a xwaringeha nexweşxaneyê. -
Li Sûrê herî kêm endamekî tîmên taybet hat kuştin
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, danê vê sibehê endamekî tîmên taybet hat kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. -
Kurd û Elmanan AKP protesto kirin, bang li Ewropayê kirin
Li bajarê Elmanya Osnabruckê, li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk çalakî hat lidarxistin. -
PKK: Em soz didin ku em ê tola jinên Kurd ên hatin qetilkirin hilînin
"Tevî hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî em hevalên Sêvê, Fatma û Pakîze bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin, ku em ê têkoşîna şehîdên xwe bi ser bixînin." -
Ber bi Nisêbînê ve maşînên zirxî hatin veguhastin
Ber bi Nisêbînê ve, ku bi mehan di bin dorpêçiyê de ma, maşînên zirxî hatin veguhastin. -
Ji bo çûyîna Îmraliyê serî li TÎHK hat dayîn
Platforma ji Ocalan re Azadî, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) civîneke çapemeniyê ya hevpar lidar xistin.