Dewleta Tirk li Sûrê zarokek qetil kir

Hêzên dewleta Tirk li Sûrê zaroka bi navê Rozerîn Çûkûr a 17 salî, qetil kir. Rozerîn Çûkûr bi guleya li serî ketî jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Amed Sûrê, zarokek din ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin.

Li taxa Fatîhpaşayê, ku tevî êrîşên dewletê jî gel malên xwe naterikîne, zaroka bi navê Rozerîn Çûkûr (17) a ku derket kolana li nêzî Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf, ji ber guleya hêzên dewletê ya li serî ket, jiyana xwe ji dest da.

Şêniyên taxê, cenazeyê zaroka hat qetilkirin rakir û bir malekê.

Hat ragihandin ku ji ber êrîşan gelek xaniyên li taxa Hasirliyê zerar dîtine.