KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Heyeta Îmraliyê: Azadiya Ocalan rojeva lezgîn e!
Heyeta Îmraliyê da xuyakirin ku ne tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê azadiya Ocalan rojeva lezgîn be. -
Polîsan li Cizîrê kesekî astengdar birîndar kirin
Polîsên tevgera taybet ên li Cizîrê êrîşên xwe didomînin, Osman Tekîn ê astengdar birîndar kirin. -
Kûran: Em ji jiyana kekê min ê ji Îmraliyê hat sirgûnkirin bi fikar in
Birayê Nasrûllah Kûran ê ji Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê sirgûnî Girtîgîha Tîpa F ya Sîlîvrî hat kirin parêzer Bedrî Kûran diyar kir ku li ser şert û mercên veguhastina kekê wî ji Îmraliyê, ti agahî ji wan re nehatiye dayîn. -
Cemîl Bayik: Ew ê hêza kurdan bibînin!
"Bes bila rêber û pêşengên kurdan hebin. Heta pêşengên kurdan hebin ti kes nikare îradeya kurdan têk bibe. Li pişt wan kî dibe bila hebe, kurdên xwedî pêşeng wê hesabê van kirinan bipirsin." -
Li Cizîrê top li maleke 30 kes tê de bû ket: Gelek kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a nikare berxwedana gel a li Cizîrê bişikîne, êrîşên xwe yên bi tank û topan zêde dike. Hêzên dewletê top avêtin maleke li taxa Nûrê ku zarok jî di nav de 30 kes lê hene û tê gotin ku gelek kes birîndar bûne. -
Malbatên jinên hatin qetilkirin: Heta ku cenaze li erdê bin, em ê cenazeyên xwe wernegirin
Malbatên 3 siyasetmedarên Kurd ên li Silopiyayê hatin qetilkirin dan xuyakirin, ku heta cenazeyên 2 ciwanên ev 3 roj in li Şirnexê li erdê ne neyê rakirin, ew ê cenazeyên xwe wernegirin. -
Turk: Armanca îdîayên bêbingeh, bêdengkirina me ye
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bersiv da îdîa û derewên Serokwezîrê Tirk û medya AKP'ê yên li hemberî şaredariya wan dikin û diyar kir, ku armanca van îdîayên bêbingeh, bêdengkirina wan e. -
TEV-DEM: Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şerê topyekûn dimeşîne
Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê qetilkirina sê jinên leheng ên Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û got, "Tirkiyeyê hemû hiqûqa xwe, hem jî hiqûqa navneteweyî binpê kiriye." -
13 cerdevanên nexwestin biçin Sûrê, îstifa kirin
Dewleta Tirk xwest, ji gundê Cobinî yê navçeya Amed Çinarê 13 cerdevanan tevlî operasyonên li Sûrê bike. Cerdevanan ev yek red kirin, çeka dewletê danîn û îstifa kirin. -
Ji bo oxirkirina 3 siyasetmedarên Kurd bi hezaran kes li hev civiyan
Ji bo oxirkirina 3 siyasetmedarên Kurd ên li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bi hezaran kes li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê li hev civiyan. -
Hêzên dewleta Tirk tevahiya şevê bi tankan êrîşî Cizîrê kirin
Di roja 25. a terora dewleta Tirk de, ji bo hilweşandina taxên Cizîrê û koçberkirina gel bi zorê, dewleta Tirk tevahiya şevê bi tankan êrîş kir. -
Bîlîcî: Dawiya vê yekê, karesata Tîtanîk e
Bîlîcî diyar kir ku dewleta Tirk bi tinehesibandina peymanên navneteweyî re, di ser cenazeyan re polîtîkayeke qirêj dimeşîne. -
Gelê Nisêbînê: Dewlet nebe, bêhna me fireh e
Li Nisêbînê ku berxwedana gel a li dijî êrîşan dewam dike, li navenda sûkê û taxên qedexe lê nîne, jiyan asayî ye. Li hemberî êrîşên gengaz, amadekariyên gel jî dewam dikin. -
YRA: Bila Tirkiye hempîşeyên me serbest berde
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd ê sivîl li Bakurê Kurdistanê, binçavkirina rojnamevanan û astengkirina xebata ragihandinê şermezar kir. -
Faşîzma AKP û dewleta Tirk li Strasboûrgê hat protestokirin
Li bajarê Fransa Strasboûrgê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), teroa dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê hat şermerzarkirin. -
3 kes li Dêrikê hatin binçavkirin
Li navçeya Mêrdîn Dêrikê, polîsên sivîl û rûyê wan bi maske girtî, bi şev avêtin ser 3 malan. -
Li Viyanayê dosya radestî rayedarên TV hat kirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên dewleta Tirk, Kurdistaniyan dosyayek radestî Televîzyona Dewletê ya Awûstûryayê kirin. -
Êrîşa DAIŞ'ê ya li Eyn Îsa hat şikandin
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê saet di 06:30 de êrîşî gundê Qadriyê yê 40 km li başûrrojavayê bajarokê Eyn Îsa ye, kirin. -
Kerboranî: Tevî hemû êrîşan jî em li malên xwe ne
Kerboraniyan dan xuyakirin, ku vê carê hewl tê dayîn ew bi zorê ji cih û warên xwe bên derxistin û destnîşan kirin, ku ew ê neçin ti cihî. Kerboraniyan diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin. -
Encu: Mele Hesen her tim di hedefa dewletê de bû
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu diyar kir ku mele Hasan Sanir ê 12 rojan li mala lê hatiye qetilkirin ji ber êrîşên dewletê hat ragirtin, mîna hemû Silopiyayiyan, ji aliyê dewletê ve jî gelekî baş dihat naskirin. -
Topbarana li hemberî Sûrê dewam dike
Hêzên dewleta Tirk ên ku 37 roj in nikarin berxwedana li Sûrê bişikînin, bi berbanga sibehê re careke din dest bi topbaranê kirin. -
Yuksek: Nikarin înfazê înkar bikin, qeyda axaftinên bi telefonê heye
Yuksek diyar kir ku endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Nayir û Aktîvîsta KJA Ûyar hatine înfazkirin û got, "Me mijar di heman saetê de ji Wezareta Karên Hundir re ragihand, lê tiştek nekirin." -
Li Venlo bi Şaredarî û partiyên siyasî re hevdîtin hatin kirin
Li bajarê Hollanda Venloyê, ji bo şermezarkirina terora dewleta Tirk û bêdengiya raya giştî ya Ewropayê, bi Şaredariya Venlo û 3 partiyên siyasî re hevdîtin hatin kirin. -
Êrîşên dewleta Tirk li Elmanyayê hatin şermezarkirin
Bi armanca şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li gelek bajarên Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin. -
Li Bruksel û Berlînê çalakiyên edaletê
Li paytexta Belçîka Brukselê û li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.