Kerboranî: Tevî hemû êrîşan jî em li malên xwe ne

Kerboraniyan dan xuyakirin, ku vê carê hewl tê dayîn ew bi zorê ji cih û warên xwe bên derxistin û destnîşan kirin, ku ew ê neçin ti cihî. Kerboraniyan diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Şêniyên navçeya Mêrdîn Kerboranê, ku 19 rojan li hemberî her şêwe êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dan û malên xwe neterikandin, dan xuyakirin ku ew ê berxwedana xwe ya li dijî polîtîkaya koçberkirinê bidomînin. Kûmrû Işildak a ku di salên 90'î de ji ber zexta dewletê ji neçarî gundê xwe terikand got, "Mîna salên 90'î heman zext niha jî li me tê kirin. Ji bo jiyaneke bi aram, em ji gund hatin Kerboranê. lê belê dewlet li vê derê jî hizûrê ji me re nahêle."

Işildak ragihand, ku piştî koçkirina ji gund, wan hewl dan li Kerboranê ji xwe re jiyanekê biafirînin û got, "Salên dûr û dirêj em di nava xizaniyê de man. Bi zorê me ji xwe re xaniyekî ji du odeyan lê kir. Lê belê di nava 19 rojên êrîşan de, maşînên zirxî mala me hedef girtin û çêleka me ya ku me bi zor û zehmetiyê kirîn, bi guleya polîsan hat kuştin." Işildak diyar kir ku di rojên 'qedexeyê' de taxa wan bê navber ji aliyê maşînên zirxî ve hatiye gulereşandin û anî ziman ku hêzên dewletê her kes hedef digirtin û bi şensê tiştek bi wan nehatiye.

'EM Ê TI CARÎ MALA XWE NETERIKÎNIN'

Yek ji mexdûrên polîtîkaya valakirina gundan Mehmet Selîm Ayaz jî der barê terora 19 rojan de ya dewletê de got, "Di nava 19 rojên qedexeyê de dikana min şewitandin, mînîbusa min ji ber gulereşandinê ket rewşeke welê ku nema karibe were bikaranîn. Bi qasî 250 hezar lîreyî zerar çêbû."

Ayaz da zanîn tevî her tiştî jî ew ê bajarê xwe neterikîne û got, "Tevî hemû êrîşan jî em li mala xwe ne û em ê ti carî neterikînin. Em tiştekî zêde naxwazin. Daxwaza me aştî û aramî ye."