Piştî ku hikumxwarên ji doza PKK'ê Nasrûllah Kûran û Çetîn Arkaş ji Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê sirgûnî Sîlîvrî hatin kirin, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ket nava tevgerê. Hat ragihandin, ku bêyî agahiya malbat û parêzeran jê çêbibe Kûran û Arkaş hatine sirgûnkirin. Birayê Kûran parêzer Bedrî Kûran da xuyakirin ku li ser vê sirgûnê ti agahî ji wan re nehatiye dayîn û ew ji jiyana kekê xwe bi fikar in.
Kûran got, "Hevdîtinek me çênebû. Bi rêya hevalên me yên parêzer ên li Stenbolê agahiya me jê çêbû. Weke malbat em li benda agahiyek ji hevalên parêzer in. Em dixwazin biçin hevdîtinê. Roja Duşemê em ê li Sîlîvrî bin. Li gorî agahiyên duh ji me re hatin dayîn, roja Sêşemê hevdîtina malbatan hebû. Lê belê diviyabû li ser sirgûnkirina kekê min agahî ji malbatê re bihata dayîn. Piştî ku kekê min birin Girtîgeha Girtî ya Îmraliyê, bi ti awayî destûra hevdîtina bi malbatê re nehat dayîn. Mafê axaftina bi telefonê hebû, lê belê ti mafekî qanûnî nehat naskirin. Hiqûq li Îmraliyê ji bo kekê min derbas nedibû. Dema hat sewqkirin diviyabû agahî bidan malbatê. Di vê mijarê de, bi salane kekê min li girtîgehan tê sewqkirin û her carê bi faksê yan jî nameyê agahî ji malbatê re dihat dayîn. Xuya ye ev mafên me yên agahî wergirtinê jî ji me hatiye girtin. Em bi fikar in, gelo rewşa tenduristiya wî çawa ye? Di kîjan şert û mercan de ji Îmraliyê birin Sîlîvrî?"