Faşîzma AKP û dewleta Tirk li Strasboûrgê hat protestokirin
Li bajarê Fransa Strasboûrgê, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), teroa dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê hat şermerzarkirin.

Kurdistanî bi vê armancê saet di 18:00 de li Place Kleberê li hev civiyan û dirûşmên "Şehîd Namirin," "Kujer Erdogan", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" qîriyan.
Di axaftinên li vê derê de hat gotin, "Faşîzma AKP'ê û dewleta Tirk 3 jinên Kurd bi xwînxwarî qetil kirin. Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên ku li Silopiyayê li dijî wehşeta dewleta Tirk bi şev û roj li ber xwe didan, duh şehîd ketin. Roj roja bilinkirina têkoşîna hevrêyên me, roja xwedîderketina li Silopiya, Sûr, Cizîr, Farqîn, Nisêbîn, Kerboran, roja hesabpirsîna ji qetilkirina pitikên di zikê dayikê de hatin qetilkirin, roja bi ruhê Kobanê re hesabpirsîna ji dewleta Tirk e."
Di çalakiyê de bang li her kesên xwedî wijdan hat kirin ku li hemberî van komkujiyan dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.