KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê wezîfedarkirinê rê li nîqaşên nû vekir!
Şêwirmendên li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê wezîfedar anîn şêwîrmendiya wezaretê. Partiyên mûxalefetê dibêjin ku ev biryar wê krîza siyasî kûrtir bike. -
Daxuyaniya Walîtiyê înfazê piştrast dike
Walîtiya Şirnexê ji bo derewandina qetilkirina 3 siyasetmedarên jinên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir daxuyanî da, lê di daxuyaniyê de bi awayekî fermî înfazkirin qebûl kir. -
Ciwanê li Nisêbînê birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
Di encama êrişa hêzên dewleta Tirk a di saetên şevê ya li Nisêbînê de Huseyîn Akyuz ê li gel Kerem Akyurek ê hat qetilkirin birîndar bibû rakirin nexweşxaneyê, di emeliyatê de jiyana xwe ji dest da. -
Nasnameya kesê 4’emîn ê li gel 3 jinan hat qetilkirin diyar bû
Hat diyarkirin ku kesê 4’emîn ê li gel her 3 siyasetmedarên jinên Kurd ên li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, Îslam Atak (20) e. -
Di çalakiya li Şirnexê de 4 tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin
Hate diyarkirin ku duh êvarî li navenda Şirnexê di çalakiya bi roketê ya li dijî wesayîta zirxî de 4 tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin. -
Jina astengdar li Nisêbînê hat binçavkirin
Şukran Ergat (21) a ji sedî 65 astengar, dema li Nisêbînê diçû nexweşxaneyê ji aliyê tîmên taybet ên nexweşxane dorpêç kirine hate binçavkirin. -
Nasnameya ciwanê li Nisêbînê hat qetilkirin diyar bû
Hate diyarkirin ku welatiyê îro bi gulebarana ji wesayîtên zirxî hat qetilkirin Kerem Akyurek ê 19 salî ye. -
Hinceta girtina nûçegihanê DÎHA’yê nûçe û dîmenên wî ne
Nûçegihanê DÎHA’yê Nedîm Oruç ê ku li Sîlopiyayê ji aliyê polîsên Tirk ve îşkence lê hate kirin, dîmenên qeydên kamerayê û nûçeyên wî ji bo girtinê hincet hatin nîşandan. -
Li Şirnexê yekem pêkanîna nîzamkirina revandina cenazeyan ket meriyetê
Di çarçoveya nîzamkirina têkîldarî defnkirina cenazeyan a bêyî rizaya malbatan de di nivîsa ji Şaredariya Şirnexê hat şandin de hat xwestin ku cenazeyên li morgê tên rawestandin di nav 3 rojan de bên defnkirin. -
Li Kerboranê texrîbata hêzên dewletê hatin lêkolînkirin
Komîsyona Tespîta Xisaran a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê ji bo Kerboranê ya ku terora dewleta Tirk ev 19 roj in lê didome hat avakirin, li navçeyê têkîldarî texrîbatên ji ber êrîşên hêzên dewletê pêk hatine lêkolîn kir. -
Ciwanên Welatparêz: Eger tiştek bi serê havalê me were berpirsyar asayîşa PDK’ê ye
Ciwanên Welatparêz têkildarî endamên wan ê bi nave Hêmin Hesen Reşîd ê li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê hat binçavkirin daxuyani da û got: “Eger tiştek bi serê hevalê me were berpirsyar asayîşa PDK’ê ye.” -
Ciwanên Kurd li pêşiya avahiya PE çalakî li dar xistin
Ciwanên Kurd ên li Ewropa dijîn bi armanca xwedîderketina li xwerêveberiyên Kurdistanê, li pêşiya avahiya PE ya Strasborûgê çalakî lidar xistin. -
Li Ewropa dengê dirûşma ‘Qatilê zarokan Erdogan’ bilind bû
Kurdistaniyên li Ewropa dijîn, protestokirina AKP’ê û xwedîderketina li xwerêveberiyan didomîne. -
KCK: Tevahî gelê me heta dawî wê bi ruhê Sêvêyan li ber xwe bide
KCK: Li Silopiya, Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Kerboran, Gever, bajar û navçeyên din ên Kurdistanê li tevahî qadan, di serî de jin û ciwan, tevahî gelê me heta dawî wê bi ruhê Sêvêyan li ber xwe bide. -
Wê jinên ji bo azadiyê li ber xwe didin û wê bi ser kevin/ HAT NÛKIRIN
Jinên kurd ji bo bibîranîna 3 jinên şoreşger Cansiz, Dogan û Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê û 3 jinên şoreşger Demîr, Nayir û Uyar ê 4'ê çileyê de li Sîlopiyê hatin qetilkirin daketin qadan. -
YPG: Li Şêxmeqsud û Sirinê êrîşên çeteyan hatin şikandin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li taxa Şêxmeqsud çeteyek hatiye kuştin û gelek jî birîndar bûne. Li Sirinê jî êrîşa çeteyan hate şikandin. -
Demîrtaş derbarê Dolmabahçeyê de agahiyên girîng parve kir
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di mitînga Wanê ya bi heybet de axivî û derbarê hevdîtina Dolmabahçeyê de cara yekem hin agahiyan bi raya giştî re parvekir. -
Li Îzmîrê Elewiyan li dijî qetlîaman dest bi greva birçîbûnê kirin
Elewiyan li Îzmîrê, ji bo bertekên xwe yên li dijî qetlîamên li bajarên Kurdistanê nîşan bidin dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin. -
Dewlet hewl dide cenazeyan birevîne
Wezareta Edaletê di rêvebernameya Saziya Tipa Edlî de guhertin çêkir. Guhertin îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin. -
Cenazeyê welatiyê ku polîsan revand hate dîtin
Li navçeya Sîlopiyayê welatiyê bi navê Hasan Yagmur (42) ê astengdar e û ev 5 roj in jê agahî nedihat girtin û ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû revandin cenazeyê wî hate dîtin. -
‘Siûdî, Qatar û Tirkiye hewl dide cihên din jî bixin şer’
Ji Komaleya Alikariyê ya Mewede ya Hesekê Sead Silo yê Şîî diyar kir ku ziyareta Erdogan a Siûdî Erebîstanê li ser ‘plana şer’ pêk tê. -
Welatiyê ku hate birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
Li Cizîrê welatiyê astengdar ê bi navê Osman Tekîn (50) ê ji aliyê polîsên Tirk ve hate birîndarkirin ji ber ku ranekirin nexweşxaneyê li kolanê jiyana xwe ji dest da. -
Silêmaniyê ji bo Bakurê Kurdistanê dadikeve kolanan
Komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, wê sibe li Silêmaniyeyê bên şermezarkirin. -
Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Cizîrê: Bila gumana ti kesê ji serkeftina me tinebe
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç diyar kir ku bedela wê çi dibe bila bibe wê qadên berxwedanê neterikînin. -
Avesta: PKK bêdeng namîne
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta destnîşan kir ku gelê Kurd şerê man û nemanê dimeşîne û got, "Eger bi vî şêwazê hovane êrîşên li hemberî gelê me dewam bikin, wê PKK û HPG bêdeng nemînin, çi pêwîst be wê bike."