Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta destnîşan kir ku gelê Kurd şerê man û nemanê dimeşîne û got, "Eger bi vî şêwazê hovane êrîşên li hemberî gelê me dewam bikin, wê PKK û HPG bêdeng nemînin, çi pêwîst be wê bike."
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê, êrîşên hovane yên dewleta Tirk û berxwedana gelê Kurd ji ANF'ê re nirxand.
'AKP'Ê HEWLDANÊN ME JI BO DESTHILATDARYA XWE BI KAR ANÎ'
Qedexeyên derketina derve, operasyonên qirkirina fîzîkî û siyasî yên li Bakurê Kurdistanê divê çawa bên xwendin?
Têkoşîna Azadiya Kurdistan li Bakurê Kurdistanê 40 sal in berdewam dike. Xweseriya Demokratîk an jî Reveberiyên Herêmî ji nişka ve derneketin holê. Ev encamên têkoşîna 40 salan e. 31 sal in şerê çekdarî tê dayîn. Ji bo ku Kurd bi giştî li tevahiya Kurdistan bi taybet jî Bakurê Kurdistanê bibin xwedî nasnamek û statuyekê û di xwedî destûra bingehîn de cihê xwe bigirin. Ji bo vê jî gelê me yê bi rûmet ewqas têkoşiya û her tim bi hêvî, azadî, biratî û wekheviyeke mezin jiya û xwest bide jiyîn. Tam 30 sal in berxwedan bê navber didome. Herî dawî ji 2013'an û pê ve hevdîtinên bi Serok Apo û Tevgera Azadiyê re hatin kirin, hêviyên mezin da gel. Di heman demê de di nava raya giştî de jî hevdîtin hat çêkirin, ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya diyalog û bi rengekî aştî û demokratîk bê çareserkirin. Ji bo biratiya daîmî û wekheviyê Serok APO, hewldanên cur be cur nîşan da. Di Newroza 2013'an de manîfestoya jiyana hevbeş îlan kir. Di vê manîfestoyê de, ji Bakurê Kurdistanê ji Qersê heta Edîrneyê, perspektîf û ruhê jiyana bi hev re diyar kir. Tevgera me, hêzên xwe ji Bakurê Kurdistanê vekişand. Dema qawetê azadiyê hatin vekişandin bi dehan rojnamevanan bi van hêzan re hevpeyvî kirin, van hêzan daxuaynî dan û hêzên demokratîk jî ev pêvajo şopand û şîrove kirin. Tevgera me daxuyanî da, piştgiriya xwe ya bi pêvajoya Serok APO re da nîşandan û dest bi vekişandina hêzên xwe kir. Bêguman di sala 2013'an de ewqas heviyên mezin hatin afirandin, lê me dît ku dema hêzên me xwe vedikişînin, Dewleta Tirk careke din tecrîda li ser Serok Apo dişidîne. Dîsa Serokwezîrê wê demê Erdogan daxuyaniyên ên faşîzane da. Got ku 'Wekî pirsgirêka Kurd tiştek tine ye.' Heta alîkarê wê demê Bulent Arinç, gotinekê gelek bal kêş bi kar anî bû. 'Bila biçin, rêya wan heta cehennemê vekiriye'. Tevî van daxuyaniyên dijberê pêvajoyê jî, tevgerê ev pêvajo dirêj kir. Heta Nîsana 2015'an jî ev pêvajo dewam kir. Nîsana 2015 hevdîtinên bi Serok APO re qut kirin. Dewleta Tirk pêvajoya çareseriyê ji aliyê xwe ve bi dawî kir. Pêngavên hatibû avêtin, ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve bêwate hatin dîtin. Dîsa Serokkomar daxuyanî da ku ew deklarasyona 28'ê Sibatê ya ku li Dolmabahçeyê hat aşkerekirin, şaş dibîne. Wekî dîmenekî wisa çênebûye. Tiştên hatibûn kirin wekî tiyatroyekê bû, wekî şanoyekî da nîşandan. Wekî bê xeberê Serokkomar çêbibe, wekî dewlet di nava wê demê de tinebû, rayedarên dewletê, îradeya dewletê di vê derê de tine ye, tenê îstîhabarata wan bi tena serê xwe çûye Îmraliyê bi Serok re hevdîtin çêkiriye. Heyeta parlementeran, dîsa heyeta wekî di nav de berdevkê tevgera azadiya jin û temsîlê wan dîsa hevserokê KCD jî di nav de wekî ku ev tine ne, sankî vana ne hatibûn Qendîl û ne çûne vana hemû rengekî pir înkar û bi zimanekî tund adeta mirov bikare bêje rûmeta gelê Kurd dîsa ked û emeka Serok APO, hemû binpê kirin û ji nedîtî ve hatin. Li hemberî vê beguman Serok APO careke din di pêvajoya çareser kirinê de israr kir. Ji xwe pêvajoyeke hilbijartinê wê demê hebû. HDP ket hilbijartinê, hilbijartinên 7 Hezîranê jî li ser wê esasî pêk hat û encamekî dîrokî bi dest xist. Eger niyeta Dewleta Tirk çareserkirina pirgirêka Kurd bûya, di nava xwe de pirsgirêk qebûl kiribûya, eger dixwest pêvajo bi pêş biketa, 7 Hezîran ê şenseke pir mezin ketibû destê dewleta Tirk. HDP, bi 80 wekîlan cihê xwe di parlamentê e girt û zemînek xurt ava kir. Nîvê van dengan ji Rojavayê Tirkiyê hatibûn destxistin. Ewqas pêş ketin hatibûn çêkirin. Me dît ku ev salên derbasbûyî ku yên pêngavên hatine avêtin mixabin tenê ji bo desthilatdariya xwe bû, ji bo kursiya xwe xwe bû. Ji bo Erdogan carekê din li Tirkiye û Kurdistanê Osmaniya Qesrê bi pêş bixîne û deshilatdariya xwe serdest bike. Ji ber ku di 7 Hezîranê de xeyalên wan têk çûn, ne bûn desthilatdar. Ji ber vê jî niyeta xwe ya esasî danî holê. Eger di 7'ê careke din AKP bûbûya hûkûmet û biba desthilatdar, dibe ku ev pêvajo xera nekirina. Lê çareser jî ne dikirin. Lewma dîtin ku tevgera azadî û proje bi ser ket wê demê neçar ma ji yek milekî ve vê pêvajoyê xera bike.
'SEROK APO HER TIŞTÊ ME YE'
Hikûmeta AKP û Dewleta Tirk ev bû du sal û nîv rewşa Serok Apo tê de ye, pêvajoya girîng ne didan pêş çavên xwe. Her timd ixwest kêmasiyan ji aliyê tevgera azadiyê ve nîşan bide, ji aliyê Serok Apo ve nîşan bide û bêje ku ev pêvajo ne me, wan xera kirine. Dîsa jî ev konsepta şerê xwe ya taybet têxin dewrê. Ji bo vê em dikarin bibêjin tevgera azadiyê xwedî seknek diyarker e. Ji bo na gelê Kurdistanê, ji bo tevgera me Serok APO her tiştê me ye. Nêzikbûnên ji Serok APO re nêzikbûnên li jin Kurd û gelê Kurd e. Nêzîkbûna li hebûna Kurdan e. Hebûna Serok APO an jî bi Serok APO re pevajo birina encam elbettekî tevgara azadiyê xwe ji wê re vekirî ye. Lê belê 5 Nîsanê şûnde li ser Serok APO, ev tecrîda mezin a ku pêk anî, li wê derê şer destpêkiribû. Ewana starta şer dabûne destpekirin. Heta niha jî ji aliyekî ve bi dehan operasyonên qirkirina siyasî pêk anîn. Heta niha gelek li cihan êrîşen hovane pêk anîn. Bi destê DAIŞ ku evane DAIŞ çê dikir. Li Amedê, li Pirsûsê, li Enqereyê tenê ku erîşen bombeyî bi hezaran însana hedef girtibûn ku tê de bikujin. Bi vî rengî êrîş kirin. Ji bilî van bi sedan cihên partiya gelan û demokratîk a HDP ê buroyên wan ên bajaran hatin şewitandin. Ne hiştin HDP siyasetê bike. Tevî van hemûyan jî wan dîtin ku ew bi ser neketin. Êdî ev pêvajo xera kirin û çûn hilbijartineke din. Pêvajoya hilbijartina 1 Mijdarê destpê kir. Li hember vê jî hem ji aliyekî ve şer destpê kir, li hemberî gerîla êrîşên hewayî pêk anîn û hem jî li êrîşên qirkirina siyasî pêk anîn. Tecrîda li ser Serok APO giran kirin. Erdogan berî navê DAIŞ bilêv bike, anvê PKK digot û dixist rojeva xwe. Û bi vî rengî ji bo mesileta xwe fikîrî û berjewendiyên xwe dixest careke din tevgera azadiyê terorîze bike. Li hemberî vê bêdegnmayîna tevgera me bêguman dihat wateya tinebûnê.
'EW XENDEK MEWZIYÊN AZADIYÊ NE'
Tevgera Azadiya gelê Kurdistanê jî li hember wan êrîşan bi daxwaza xweseriya demokratîk û îlana xwerêveberiyan re ji bo jiyana bi hev re şensek da dewleta Tirk. Projeyên xweseriya demokratîk, xwerêveberiyê, qutbûna ji Tirkiyeyê nîne. Gelê Kurdîstan ê bi tekoşîna xwe, bi hewldanên xwe, bi sekna xwe, ev yek yek ji 15'ê Tebaxê û pê ve ev nîşanî desthilatdaran da. Heta niha jî tevgera azadiyê û gelê Kurd ne hatiye wê astê ku xwe bi temamî di vî warî de qut bike. Lê em vekirî bêjin; eger ew di vê rêbazê de dewam bikin, êdî şensê jiyana bi hev re ji holê radibe. Dewleta Tirk heta niha jî, weke ku 40 salan têkoşîn nehatiye meşandin, bi hezaran şehdaet çênebûne, bi mîlyonan Kurd ji cih û warên xwe nebûne, 4 hezar gund nehatine şewitandni, bi deh hezaran mirov li zîndana nehatine ragirtin, weke ku Serok Apo li zîdanê de nayê ragirtin, pirsgirêka Kurd înkar dike. Erdogan îro li her derê dibeje 'pirsgirêka Kurd nîne'. Di mijara pirsgirêka Kurd de çend kesên ji xwe re kirîne û bûne Kurdên dewletê derdixîne pêş. Ne mumkun e ku gelê Kurd û tevgera azadiyê vê qebûl bike. Ti carî qebûl nekir. Di dema derbasbûyî de pêvajoya xweseriya demokratîk da destpêkirin. Bi rojane HDP vê li her derê dide diyarkirin. Beriya demeke nêz bi pêşengiya KCD'ê konferansek hat lidarxistin. Bi rojan nîqaş hat kirin, bi 14 xalan îradeya gelê Kurd hat diyarkirin. Vê yekê careke din firsenda jiyana bi hev re da dewleta Tirk.
Dewleta Tirk vê dibêje; bila Kurdê Başûr hebin bila Kurdê azad tinebin. Bila Kurdê cihekî din hebe, lê bila Kurdê li Bakur tinebe. Bi vî rengî dixwaze Kurdê li gorî xwe derxîne holê. Li hemberî vê ev pêvajo hatiye destpêkirin. Ev pêvajo jî li aliyê wan ve hatiye destpêkirin. Wan êrîş kirin, wan xwestin li Kurdistanê dagirkeriyê xur bikin, wan êrîşên hewayî birin ser gerîla, wan mirov girtin, wan tecrîd li ser Serok Apo bi pêş xistin. Gelê Kurd jî li hemberî wan xwestiye xwe biparêze. Îro eger xendek, çeper hene, eger gel li ber xwe dide, ev şerê parastinê ye. Şerê êrîşê nake. Xendek ne li cihekî din hatiye çêkirin. Ev xendek li cih û warê xwe çêkiriye. Ew dixwazin Kurdistanê dagir bikin. Ev xendek mewziyên azadiyê ne. Li hember dewleta Tirk çeperên xwe parastinê ne. Çemberên hebûnê ne. Gelê Kurd îro şerê hebûna xwe dide meşandin. Şerê man û nemanê dimeşîne. Em dibînin ku di vî şerî de yên hatine qetilkirin ji sedî 90 jin, zarok û extiyar in. Heta niha derew dikirin; weke ku PKK ketiye nava bajaran. Eger PKK ketibû bajêr ewqas qetlîam ne çêdibûn. Lê eger bi vî rengî dewam bike, bêguman wê PKK bêdeng nemîne. PKK jî wê mecbûr bimîne ku mudaxaleyî pêvajoyê bike û di vê pêvajoyê de gelê xwe biparêze. Yanî erkekî pîroz li ser milê tevgera azadiyê heye. Wê gelê xwe her biparêze. Lê belê qirkirina di rojên dawî de tê kirin nîşan dide ku êdî wê neçar bimîne tevgera azadiyê ji her cihekî mudaxleyî pêvajoyê bike, gel biparêze. Êdî têkoşîn gihaştiye vê astê. Ev berxwedana kû niha tê kirin êdî berxwedaneke hemû awayî nasnama xwe, berxwedaneke hebûna xwe ye, berxwedaneke destûra bingehîn a hebûna wî dibe kî êdî ne bi gotin kanûnî, fermî bê qebûl kirin. Ya wê bê qebûlkirin yan jî tevgera azadiyê, gelê Kurdîstanê jî tercîhên xwe bi şêwazeke din ji aliyê xwe ve pêk bîne.
'XWESERIYA DEMOKRATÎK ÇANDA JINÊ YE'
Xweseriya demokratîk bi pêşengiya jinan ve tê avakirin. Gelo bi van komkujiyan re ku bi taybetî jin hedef tên girtin, ku herî dawî 3 siyasetmedarên jin li Silopiyayê hatin qetilkirin, hewl tê dayîn pêşî li avabûna xweseriya demokratî were kirin?
Beguman, têkoşîna azadiyê tekoşîna jinê ye. Ji destpêkê heta niha PKK weke partiyeke jinê hat birêxistinkirin û li ser vî esaî têkoşîna xwe meşand. Îro li tevahiya cîhanê em dikarin bêjin eger cudahiyek tevgera azadiye hebe, ew jî di milê demokrasiyê, wekheviyê, azadiyê, jiyaneke ekolojîk, ekonomîk, civakê de ye. Eger bingeheke bi vî rengî ya cud derdikeve holê û pergaleke xwe destnîşan dike, sedema vê jî asta tevlîbûna jinê ye. Û jin di nava vê tekoşînê de xwedî cihekî girîng e. Jin ji despêkê heta niha, hem di hêla partîbûyînê de hem di hêla arteşbûyîne de, di pergalê û asta demokrasiyê de bi hemû awayî ji pevajoyê re pêşengtî kiriye. Ji ber ku têkoşîn bilind bû û gihaşt asta encamgirtinê, ji hemû dibin hedefa êrîşan. Li Parîsê 3 jinên şoreşger hatin qetilkirin. Zîhniyeteke bi serdest heye, ku dibêje tu dixwazî civakekê tine bike di destpêkê de divê tu jinê tine bike. Ji bo tinekirina civak, welat û çandekê divê jin bê binpêkirin. Divê tu nehêle jinên wê bi azad bijîn, nehêle beşdarî siyasetê bibin û bi awayekî wekhev nejîn. Rêber Apo û tevgaer azadiyê ev amûr ji destê wan girt. Jin kir xwedî îrade, îdeolojîk, di nava siyaseta demokratîk de bi cih kir û jin bû xwedî aîdiyeta xwe. Lewma ewqas êrîş li hemberî jinê tên kirin. Xweseriya demokratîk çanda jinê ye. Xweseriya demokratîk rêveberiyên heremî ne netewe dewleteke. Netewe dewlet jin, ciwan, etnîsîte hemû li derveyî xwe hiştiye. Îradeya wan tevlî rêveberiya wê pêvajoyê nebûye. Xweseriya demokratîk xwe dispêre hîmê civakî. Hîmê civakî yê esasî jin û ciwanin, qada sîvîlin, baweriyên cuda ne. Lewma jin modela xwe dane holê. Jin dibêje ez êdî rêveberiya xwe ya heremî çiqasa ez îrade bim, ewqas cih û warê xwe yê ku ez lê dijîm, li wir bai awayekî azad û wekhev bijîm. Ji ber vê yekê ewqas êrîş li hemberî jinê tê kirin. Eger dayika 70 salî tê qetîlkirin, dayika 11 zarokan, dayika li ser taştê ku li Sûr a Amed ê tê qetîlkirin, ev hemû sedemên tirsa ji vîna jinê ye. Ji vîna jinê ditirse, ji ber ku ev şoreş şoreşa jinê ye. Jin zîhniyeta desthilatdar têk dibe. Jin dixwaze projeya jiyana azad ya cîvakî pêş bixîne. Lewma li Parîs û Silopiyayê 3 jinên şoreşger qetil kirin.
'QETLÎAMÊN PARÎS Û SILOPIYAYÊ JI ALIYÊ HEMAN ZÎHNIYETÊ VE HATIYE PLANKIRIN'
Di salvegera komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an de vê carê 3 jinên siyasetmedar di 5'ê Çileyê de li Silopiyayê hatin qetilkirin. Ha qetlîama Parîs ê ha qetlîama Silopiyayê. Her du komkujî ji aliyê heman zîhniyetê ve hatine plankirin. Her du qetlîam jî ji qesra Erdogan hatiye plankirin. Bi van komkujiyan re dixwazin çavê civakê bitirsîne. Ev qetlîamê fetisandina xweseriya demokratîk e. Em di wê baweriyê de ne ku çawa têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahî ya bû pûsûla ji bo tekoşîna azadiya jinê, manîfestoya azadiya jinê ku li ber ti êrîşa serî nedanîn û çû gav paşde ne avêjin. Anha xweseriya demokratîk bi ser ketiye. Peşengtiya têkoşîna jinê wê ji sedî sed bi ser bikeve. Ji ber êdî jin ji kuştinê natirse. Têkoşîna jinê êdî xwe daye diyarkirin ku kesek êdî nikare jinê qetil bike, hesabên wan tê xwestin. Her roj qaşo bi navê namûsê bênamûsiya herî mezin didin jiyîn. AKP, bi zîhniyeta DAIŞ li hemberî jinê tevdigere. AKP jî jinan li sûkê difiroşe, DAIŞ jî jinan cariye dike, DAIŞ jî jinê bindest dike û AKP jî jinê bindest dike. Dibêje ku bila jin serê xwe raneke. Ji jina azad ditirse. Di vê pêvajoyê de wê îdeolojiya rizgarkirina jin bi ser bikeve, modela bi destê jinê ya ku adeta jiyaneke hevbeş dihûne bi destê Sêvê ya bi destê Pakîze ya bi destê Fatma pêş diket. Hêzên dagirker ne mûmkûne ku bi qetlîama encam bigrin. Kîn û nefreta jina hîn zêdetîr dibe. Hin zêdetir ruhê têkoşîne mezin dikin. Xwedî derketina li her sê jinên şoreşger, siyasetmedar pêşeroja xweseriya demokratîk bê diyarkirin. Em ê van şehadeta bikin sedema berxwedan, pêngav û sekneke mezin Van her sê hevalan nîşanî me da ku rêya me rast e. Em ê di vê xetê de bê navber têbikoşin.
'SARA BÛBÛ NASNAMEYA JINA AZAD'
Sakîne Cansiz ji bo tevgera azadiyê û tevgear jinê dihat çi wateyê?
Heval Sara, peşenga tekoşîna me ye. Tevlîbûna heval Sara, pêşiya şoreşa cîvakî û şoreşa jinê vekir. Berxwedana heval Sara weke xeteke tekoşînê jî me re hişt. Heval Sara, bibû xeta tekoşînê, xeteyeke zanistê û weke nasnameyekê jina azad. Lewma wateya têkoşîna heval Sara, wekî şexsekê nagirin dest. Dil û mejiyê tevgera azadiyê û Serok APO bû. Paradîgmaya Serok APO a ekolojîk, azadiya cînsa bû. Rêber Apo vekirî got, "Azadiya jinê di nava têkoşîna Sara de ye.' Heval Sara, ji bo tevgera azadiyê şexseke pêşeng bû. Û heta niha jî pêşengtiya xwe berdewam dike. Heta yek jinek jî di xeta azadiyê de hebe wê pêşengtiya hevala Sara dewam bike.
'BERSIVA LI KOMKUJIYA PARÎSÊ XWE BIRÊXISTINKIRIN E'
Divê bersiveke çawa ji vê komkujiya li Parîsê re were dayîn?
Bersiva wê qetlîamê li hemû qadan hat dayîn. Bersiva wê ya herî mezin li hemberî DAIŞ'ê xwe rexistin kirin e. Vaye berxwedan mezin bû. Hemû jinên cîhanê niha bi YPJ'ê serbilindahiya xwe dane diyarkirin. Di sala 2015'an de fermandarên YPJ li Fransa yê li asta Serokkomar dema hat peşwazîkirin xeta Sara yan bûn. Li hember qetlîama DAIŞ'ê jinên Kurd bi ruhê Sarayan xwe li Şengalê birêxistin kirin. Avakirina Hêzên Parastina Jin yên Şengal ê bersiveke mezin dan vê komkujiyê. Ev çi bû? Hêza xwe ji tekoşîna heval Sara, Rojbîn û Leyla ya hatibûn girtin. Ji ber vê jî bersiveke xurt dan. Tevî hemû qetlîaman bi ruhê şoreşgerî bersivên xurt hatin dayîn. Li bakurê Kurdistanê îlankirina xweseriya demokratîk, parastina xwe ya cewherî serî de jinên Kurd û ciwanan bersiva ba vê. Di pêşengtiya ciwanên Kurd û jinên Kurd de bi mehane di van çeperan de de berxwedanek mezin pêk tê. Ev jî lehengtî û qehremantiya jinên Kurd,stanê diyar dike. Ev jina Kurd e, ku bi felsefeya Rebêr APO û tekoşîna hevrê Sara hatiye birêxistinkirin û êdî li hemû qadan tê rêxistinkirin. Eger tekoşîna Sarayan nebûya, eger berxwedana Serok APO nebûya eger 40 sal ked û emeka van şehîda nebûya îro dayikan ewqas li ber xwe nedidan. Ji bo xwe, nasname û jiyaneke xwe ya azad di asteke mezin de li ber xwe dide. Bersiva qetlîama Parîs a herî mezin xwe rexistin kirin bû. Rexistinbûyîna xwe ya îdeolojîk, siyasî, aborî, parastin, dîplomatîk a ku bi hemû awayî ku ez jî heme, êdî ti nikarî me tine bikî ev îradeya xwe ya azad danî holê. Bersivekî herî wate hatiye dayîn.
'TEKBIRINA AKP'Ê SERKETINA HEMÛ HÊZÊN DEMORKATÎK E'
Herî dawî bangawaziya we çi ye?
Bila jinên Kurdistanê, li rojavayê Tirkiyê, jinên cîhanê vê baş bizanibin; bi pêşengtiya jinên Kurdistanê tevgereke azadiyê heye. Hêza xwe ya parastinê heye. Tenê YJA-STAR ma be, tenê hêzên berxweder yê jinê jî ma be ew ê nikaribin vê îradeyê bişkinînin û nikaribin bi ser bikevin. Eger Sêvê yek, Pakîze yek, Fatma yêk hatibin qetilkirin li şûna wan wê hezar jin tevlî bibin. Van her sê jînên şoreşger roleke xwe yê mezin lîstin. Bi seknên xwe ku li qadên berxwedanê bernedan di nava gelê xwede bûn, divê hemû jin vê ji xwe re esas bigirin. Bi taybetî ji vî warî ve banga min ji bo jinên li rojavayê Tirkiyê, meclîsa jinan a ji bo aştiyê û demokrasiyê hatibûn avakirin heye. Banga min ji civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar, sanatkar, ronakbîr heye. Divê vê têkoşînê bibînin. Eger ev qetlîamen li Bakurê Kurdistanê pêk tên nebînin ew ê qetlîamên mezintir bijîn. Hemû gelê me, raya giştî, ya derveyî welat banga min ji bo hemû heye, ku xwedîderketina li rêveberiyên xweser yên heremî, xwedî derketina li berxwedana Silopya, Cizîr, Sûr, Kerboran û tevahî berxwedana Kurdistan ê xwedî derketina mîrovatî ye, xwedîderketina hebûna xwe ye, xwedîderketina li têkoşîna li hember zîhniyeta DAIŞ'ê ye. Her kes vê baş bizanibe; têkbirina hikûmeta AKP'ê serketina hemû hêzên demokratîk, azadîxwaz û Rojhilata Navîn e. Divê hemû jin rabin ser piyan û xwedî tekoşîna van her sê jinên şoreşger derkevin.