KCK: Tevahî gelê me heta dawî wê bi ruhê Sêvêyan li ber xwe bide

KCK: Li Silopiya, Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Kerboran, Gever, bajar û navçeyên din ên Kurdistanê li tevahî qadan, di serî de jin û ciwan, tevahî gelê me heta dawî wê bi ruhê Sêvêyan li ber xwe bide.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku piştî 3 salan qetlîama Parîsê, vê carê jî li Silopiyayê 3 jinên şoreşger hatin qetilkirin. KCK’ê hem yên qetlîama Parîsê pêk anîne, hem jî yên a Silopiyayê pêk anîne û îradeya siyasî ya li dûv vê bi tundî şermezar kir, wiha got: “Em soz didin ku ruhê azadiyê ya hevalên me yên şehîd ketine wê bi azadkirina Kurdistanê bê tacîdarkirin.”

KCK’ê destnîşan kir ku bi yên li Parîs û Silopiyayê kirin hedef, hewl didin ruhê azadiya gelê Kurd bikin hedef, wiha domand: “Ji ber dibînin ku jina Kurd wek ruhê azadiya Kurd e, berxwedana jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd, li dijî jina Kurd şer dane destpêkirin. Bi êrîşkirina jina Kurd hewl didin ruhê azadiya Kurd tine bikin. Ji ber vê ye ku li qadên berxwedana xwerêveberiyê bi taybet jinan dikin hedef.

Divê yên li Silopiyayê her 3 şoreşger qetilkirine vê baş bizanibin, ruhê azadiyê derketiye holê. Ruhê azadiya jinê bûyer ruhê têkoşîna azadiya vî gelî. Êdî kes ne dikare vî ruhî bişkîne ne jî têk bibe. Ruhê azadiya jinê îksîra serketinê ye. Êdî ne mimkûn e ku vî ruhî paş de bikşîne. Tîr ji kevan derketiye û teqez bigihêje hedefa xwe.”

 ‘TEVAHÎ GELÊ ME WÊ BI RUHÊ SEVÊYAN LI BER XWE BIDE’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Hevalên Sêvê, Pakîze û Fatma di rêya Sara, Rojbîn û Ronahî de dimeşin” û wiha berdewam kir:

“Lê baweriya wan ew e ku azadî bi berxwedanê pêk tê. Hevala Sêvê gelê Silopiyayê tenê nehişt, siyasetmedarek şoreşger demokratîk a ku bi gel re têkoşîn dimeşand bû. Mînaka herî ber bi çav e ku bê siyasetmedarekî şoreşger demokratîk çawa be. Sêvê Demîr a tevahî jiyana xwe birêvebirina têkoşîna gelê Kurd derbas kiriye, bi Hevseroka Meclîsa Gelê Silopiyayê Pakîze Nayir ve mil bi mil di berxwedana Silopiyayê li herî pêş bû. Bi bawerî, dil û ruhê xwe yê azadiyê ve ruh û berxwedan daye berxwedana Silopiyayê.

Li Silopiya, Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Kerboran, Gever, bajar û navçeyên din ên Kurdistanê li tevahî qadan, di serî de jin û ciwan, tevahî gelê me heta dawî wê bi ruhê Sêvêyan li ber xwe bide. Silopiya, Cizîr, Sûr û li tevahî qadên berxwedanê tevahî jin, ciwan û giştî gelê Silopiyayê wê wek Hevseroka Meclîsa Gel Pakîze Nayir li pêşiya gel têkoşînê bimeşînin. Êdî li Kurdistanê pêngavek xwerêveberî û xweseriyê destpê kiriye. Wê ev berxwedana heta dawiyê bê birin. Ev berxwedan bi berdêlên giran û bi fedakariyên mezin vê tê meşandin û pêşxistin. Êdî ne mimkûn e ku ev têkoşîna gel a bi ruhê fedayî tê meşandin têk biçe.

 ‘DIVÊ TEVAHÎ GELÊ ME DI RÊYA ABÎDEYÊN AZADIYÊ DE BIMEŞE Û TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKE’

Gelê Kurd heta îro her tim bê têkoşînê bi ser ketiye. Ji niha û şûn de jî wê bi têkoşînê bi ser bikeve. Ti zorî û pirsgirêk wê nikaribe pêşketina vê têkoşînê asteng bike. Qanûna jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd ev e ku wê xwe li zehmetiyan bike xwedî û jiyana azad û demokratîk bi dest bixe. Kurd jî wê van qanûnên jiyana azad û demokratîk pêk bînin, di şertên herî zehmet de li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Her kî difikire ku wê jiyanek azad û demokratîk bi hêsanî li Kurdistanê bi dest bikeve, ew di bin bandora şerê psîkolojîk û taybet de maye. Li ser vî esasî yên dixwazin jiyana azad û demokratîk bi dest bixin, divê xeta têkoşîna xwerêveberiyê sist nekin, di rêya Sêvêyan, Pakîzeyan û Fatmayan li dijî êrîşan bêyî bileqin têbikoşin. Qasî sekna li dijî şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk, divê li dijî helwestên vê têkoşînê sist dikin jî bê sekinandin û guh nedin ti bangên bi vî awayî.

Xet û rêya gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd rê û xeta Sarayan, Rojbînan, Ronahiyan, Sêvêyan, Pakîzeyan û Fatmayan e. Em bang li tevahî gelê xwe dikin k udi rêya van abîdeyên mirovahiyê de bimeşin û têkoşînê mezin bikin.
Di serî de jin û ciwan em bang li tevahî gelê Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê dikin kul i berxwedanên xwerêveberiyê xwedî derkevin, li derdora vê berxwedanê barîqatên têkoşînê ava bikin, bê navber bidomînin û AKP’ê têk bibin.”