Jina astengdar li Nisêbînê hat binçavkirin

Şukran Ergat (21) a ji sedî 65 astengar, dema li Nisêbînê diçû nexweşxaneyê ji aliyê tîmên taybet ên nexweşxane dorpêç kirine hate binçavkirin.

Şukran Ergat (21) a ji sedî 65 astengar, dema li Nisêbînê diçû nexweşxaneyê ji aliyê tîmên taybet ên nexweşxane dorpêç kirine hate binçavkirin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî welatiyek hat qetilkirin û yek bi giranî hat birîndarkirin, Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ji aliyê tîmên taybet hat dorpêçkirin. Welatiya bi navê Şukran Ergat a 21 salî û ji sedî 65 astengdar dema ji ber nerehetiya xwe çû nexweşxaneyê hat binçavkirin.

Têkîldarî binçavkirina Ergat de ti agahî nehatin girtin. Tîmên taybet Ergat birin Midûriyeta Navçeya Nisêbînê.