Welatiyê ku hate birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
Li Cizîrê welatiyê astengdar ê bi navê Osman Tekîn (50) ê ji aliyê polîsên Tirk ve hate birîndarkirin ji ber ku ranekirin nexweşxaneyê li kolanê jiyana xwe ji dest da.
Li Cizîrê welatiyê astengdar ê bi navê Osman Tekîn (50) ê ji aliyê polîsên Tirk ve hate birîndarkirin ji ber ku ranekirin nexweşxaneyê li kolanê jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Cizîra Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê kete roja 25'emîn, hêzên dewletê êrîşên xwe yên li dijî gel didomînin. Welatiyê bi navê Osman Tekîn (50) ê ji aliyê polîsan ve hate astengdar ji ber ku ranekirin nexweşxaneyê li kolanê jiyana xwe ji dest da. Piştî çend saetan ancax kurê wî çû cihê ku bavê wî hate qetilkirin cenaze rakirin malê. Cenazeyê Tekîn hê jî li malê ye.
Bi qetilkirina Tekîn ve hejmara kesên li Cizîrê hatin qetilkirin bû 33.