Di çalakiya li Şirnexê de 4 tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin
Hate diyarkirin ku duh êvarî li navenda Şirnexê di çalakiya bi roketê ya li dijî wesayîta zirxî de 4 tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin.

Duh êvarî li Taxa Cûmhûriyet a navenda Şirnexê li dijî wesayîta zirxî ya Akrep çalakiya bi roketan pêk hatibû. Wesayîta zirxî ya derbeya roketê xwar bêkêr bû. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, 4 tîmên taybet ên di wesayîta zirxî de jî mirine.
Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) çalakiya behsa wê tê kirin ji ser hesabên tevna civakî de girt ser milên xwe. Hate ragihandin ku çalakî li dijî dorpêçên li dijî Cizîr, Sûr û Silopiyayê hatiye lidarxistin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çalakî ji bo bersivdayina 2 ciwanên 3 roj berê li Taxa Dîcle hatin qetilkirin û hê jî cenazeyên wan nehatiye rakirin wek bersivdayinê hatiye lidarxistin.