Dewlet hewl dide cenazeyan birevîne
Wezareta Edaletê di rêvebernameya Saziya Tipa Edlî de guhertin çêkir. Guhertin îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Wezareta Edaletê di rêvebernameya Saziya Tipa Edlî de guhertin çêkir. Guhertin îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Hikûmeta AKP'ê rêvebernameya Saziya Tipa Edlî guherand. Li gorî vê guhertinê, cenazeyên di nava sê rojan de ji aliyê malbatê yan jî xizmên wan ve neyên wergirtin, wê radestî amîriya îdareya mulkî bên kirin.
Wezareta Edaletê di rêvebernameya Saziya Tipa Edlî de guhertin çêkir. Guhertin îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
WÊ DEWLET KARIBE CENAZEYAN BIREVÎNE
Li gorî vê yekê, xala bi gotina 'Dikare teslîmî Şaredariyê were kirin' weke 'Dikare teslîmî şaredarî yan jî amîriya îdareya mulkî were kirin. Cesedên ku nasnameyên wan hatine tespîtkirin, lê ji aliyê malbatê yan jî xizmên wan ve di nava sê rojan de teslîm nehatine girtin, ji bo werinv eşartin dikare teslîmî şaresdarî yan jî amîriya îdareya mulkî werin kirin."
Cenaze beriya niha bi tenê radestî şaredariyê dihatin kirin. Lê belê wê êdî karibe yekser teslîmî amîriya îdareya mulkî ya bi hikûmetê ve girêdayî ye, bên kirin.
ARMANC ÇI YE?
Bi vê guhertinê re tê gotin, ku hikûmet hewl dide zemînekê amade bike ji bo cenazeyên li Kurdistanê li goristanên bêxwediyan, bên veşartin.