Silêmaniyê ji bo Bakurê Kurdistanê dadikeve kolanan

Komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, wê sibe li Silêmaniyeyê bên şermezarkirin.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz a Başûrê Kurdistanê, wê sibe li bajarê Silêmaniyeyê çalakiyek bê lidarxistin. Komîteya amadekar der barê çalakiyê de agahî da û diyar kir ku di çalakiyê de wê komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin werin protestokirin û piştgirî ji berxwedana xwerêveberiyan ên li Bakurê Kurdistanê were dayîn. Komîteyê bang li gelê Silêmaniyeyê kir, ku weke wezîfeyeke neteweyî beşdarî vê çalakiyê bibe.

Hat ragihandin çalakî wê sibe saet 12:00’an de li ser rêya Seholekeyê destpê bike.