Cenazeyê welatiyê ku polîsan revand hate dîtin
Li navçeya Sîlopiyayê welatiyê bi navê Hasan Yagmur (42) ê astengdar e û ev 5 roj in jê agahî nedihat girtin û ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû revandin cenazeyê wî hate dîtin.
Li navçeya Sîlopiyayê welatiyê bi navê Hasan Yagmur (42) ê astengdar e û ev 5 roj in jê agahî nedihat girtin û ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû revandin cenazeyê wî hate dîtin.
Welatiyê bi navê Hasan Yagmur (42) ê astengdar e û beriya 5 rojan li navçeya Sîlopiyayê a Şirnexê ji aliyê polîsên Tirk ve hate birin û careke din jê agahî nehat girtin. 5 rojan cenazeyê Yagmur li taxa Karşiyaka ji aliyê welatiyan ve hate dîtin. Cenazeyê Yagmur piştî ku agahî dan malbatê bi wesayîta cenaze ya şaredariyê ve bi cenazeyê Seyfettîn Sîdar ê di 26'ê kanûna 2015'an de hate qetilkirin ve birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Li gorî agahiyan Yagmur di 1996'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê maye û di 10 salan de ji ber îşkenceyên dîtiye aqilê xwe winda kiriye.
Bi qetilkirina Yagmur re di nava 25 rojan di li Sîlopiyayê 25 kes hatin qetilkirin.