Li Kerboranê texrîbata hêzên dewletê hatin lêkolînkirin

Komîsyona Tespîta Xisaran a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê ji bo Kerboranê ya ku terora dewleta Tirk ev 19 roj in lê didome hat avakirin, li navçeyê têkîldarî texrîbatên ji ber êrîşên hêzên dewletê pêk hatine lêkolîn kir.

Li Kerboranê ya êrîşên dewleta Tirk di roja 19. de didome û bi wesîleya berxwedana gel terora dewletê 29’ê Kanûnê hat kêmkirin, têkîldarî texrîbatên di êrîşên hêzên dewletê pêk hatin de rapor tê amadekirin. Komîsyona Tespîta Xisaran a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê hat amadekirin hat navçeyê, xebatên raporê yên têkîldarî texrîbatê destpê kir. Heyeta Komîsyonê ya ji 16 kesan pêk tê, li Taxa Safa ya êrîş lê herî dijwar bûn dest bi lêkolînan kirin.

Hate diyarkirin ku piştî lêkolînan wê heyet raporê aşkera bike.

...