‘Siûdî, Qatar û Tirkiye hewl dide cihên din jî bixin şer’
Ji Komaleya Alikariyê ya Mewede ya Hesekê Sead Silo yê Şîî diyar kir ku ziyareta Erdogan a Siûdî Erebîstanê li ser ‘plana şer’ pêk tê.
Ji Komaleya Alikariyê ya Mewede ya Hesekê Sead Silo yê Şîî diyar kir ku ziyareta Erdogan a Siûdî Erebîstanê li ser ‘plana şer’ pêk tê.
Li ser navê Komaleya Alikariyê ya Mewede ya Hesekê alîkarê Şîî Sead Silo ziyareta Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a Siûdî Erebîstanê nirxand.
Silo ji ANF’ê re axivî, wiha got: “Ziyareta Erdogan a Siûdî Erebîstanê û hevdîtina bi Kralê Siûdî Erebîstanê Selman bin Ebdulezîe El Sûûd planek a Amerîka ya ji bo her dua liyan hatiye amadekirin e. Erdogan ji bo planên Amerîka di Rojhilata Navîn bixe meriyetê, yekî ji aliyê Amerîka hatiye amadekirin e. Rola wî jî gelên Rojhilata Navîn bi hev şkandin û piştre jî parçekirin e. Her wiha hedefa bingehîn a Erdogan zindîkirina ruhê mirî yê Osmaniyan e û li gor fikrên xwe yên şexsî jî bi rê ve birin e.”
‘DI KUŞTINA ŞÊX NEMIR DE ROLA ERDOGAN HEYE’
Silo çûyina Erdogan a Siûdî Erebistanê wek ‘komplo’ nirxand, wiha got: “Di encamê de îdama 47 mirovan jî heye. Din av wan de yê herî bi nav û deng Şêx Nemir Al Nemir bû. Şêx Nemir Al Nemir ti carî çek ranekiriye, lê çeka wî ya herî mezin fikir û ramanên wî bûn. Dewleta Siûdî jî ji ber fikrên wî yên mirovan nakuje, qetil nake û gelen bi hev nade şkandin kuşt. Di kuştina Şêx Nemir de rola gelek kesan heye, lê yên di nav van de yê sereke Erdogan bi xwe ye.”
‘LI ÎRANÊ REWŞEKE ŞER DIXWAZIN’
Silo got, “Ev qetlîamana tfaqa Siûdî, Qatar û Tirkiyeyê datîn holê, her wiha parçeyekî plana hin cihên din jî xistina nav şer e” û ragihand ku piştî Irak û Sûriyeyê hewl didin Îranê jî bikin qada şer.
Silo bi bîr xist ku Şêx Nemir Al Nemir bi tarzê DAIŞ’ê ve bi jêkirina serî hate qetilkirin, wiha domand: “Yên bi fikrên xwe xizmeta welatê xwe dikin ne terorîst in, yên serê mirovan jê dikin û dadiliqînin terorîst in. Li gel vê îdamkirina Şêx Nemir planên şerê Şîî û Sunî ye. Lê ji bom e Şîî, Sunî, Ereb, Kurd tev yek in. Em ê rê nedin şerekî mezhebê yê din.”
‘EM Ê KARIBIN BI AZADIYA OCALAN VE JI ERDOGAN RIZGAR BIBIN’
Sead Silo ji bo rizgarbûyina ji Erdogan û AKP’ê diyar kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Silo li dijî tecrîdê banga têkoşînê kir.