YPG: Li Şêxmeqsud û Sirinê êrîşên çeteyan hatin şikandin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li taxa Şêxmeqsud çeteyek hatiye kuştin û gelek jî birîndar bûne. Li Sirinê jî êrîşa çeteyan hate şikandin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li taxa Şêxmeqsud çeteyek hatiye kuştin û gelek jî birîndar bûne. Li Sirinê jî êrîşa çeteyan hate şikandin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn.
Di 6’ê Çile de çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam li dijî taxa Şêx Meqsud a Halebê êrîşek lidar xistin. Hêzên me li ser çeteyên ku bi çekên giran û topên hawanan êrîşî gelên sivîl kirin de girtin. Di êrîşa dijber a hêzên me de li ser rêya Cendol çeteyek hat kuştin, gelek çete jî hatin birîndarkirin.
Di 7’ê Çile (îro) saet di 05.00’an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî bajaroka Sirîn a dikeve başûrê Kobanê êrîşek lidar xistin. Çeteyên ku çemê Firatê derbas kirin û bi du baskan ve li dijî gundê Qadiriye yê giredayî bajaroka Sirîn êrîş kirin, ji aliye hêzên me ve hatin şopandin û li dijî wan çeteyan destwerdanek lidar xistin. Piştî şerekî dem kurt, çete neçar man ji qadê birevin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.”