Li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê wezîfedarkirinê rê li nîqaşên nû vekir!

Şêwirmendên li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê wezîfedar anîn şêwîrmendiya wezaretê. Partiyên mûxalefetê dibêjin ku ev biryar wê krîza siyasî kûrtir bike.

Şêwirmendên li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê wezîfedar anîn şêwîrmendiya wezaretê. Partiyên mûxalefetê dibêjin ku ev biryar wê krîza siyasî kûrtir bike.

Hate diyarkirin ku Wekîlê Serokê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Cafer Îbrahîm 58 şêwirmendê di parlamentoyê de wezîfedar anî asta ‘wekîlê wezîr’. Tê xuyakirin ku wê biryar di nav Partiyên Başûrê Kurdistanî de nîqaş û krîzên nû veke.
Rayedarên Tevgera Goran gotin ku Serokê Parlamentoyê Yûsûf  Mûhamed yetkiyek wiha nedaye kesekî û ji ber vê jî pêkanîn ne qanûnî ye, YNK jî dibêje ku wê ev wezîfedarkirin krîza aborî û siyasî kûrtir bike.

Rayedarên PDK’ê têkîldarî mijarê tînin ziman ku “Dema serok tine be yetkî ya wekîl e” û piştgiriya wezîfedarkirina dikin.

MÛÇEYÊ BILIND DIDIN ŞÊWIRMENDAN

Li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ya 111 qoltix lê ne, 650 memûr û 58 şêwirmendî wezîfe dikirin.

Hikûmet di civîna 21’ê Kanûnê 2015’an de diyar kiribû ku diravdaniya nihênî yên ji şêwirmendan re vediqetînin ji sedî 50 kêm bikin û mûçeyên tevahî rayedarên paye bilind kêm bikin. Tevî diravdaniya nihênî her şêwirmend mehane nêzî 5 hezar dolar mûçeyê digirin. Mûçeyê tevahî şêwirmendan ên mehane jî nêzî 300 hezar dolar e. Tê diyarkirin ku eger pêkanîna nû bikeve meriyetê wê hin barên nû bixe ser milên gelê li Başûrê Kurdistanê.