Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Cizîrê: Bila gumana ti kesê ji serkeftina me tinebe
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç diyar kir ku bedela wê çi dibe bila bibe wê qadên berxwedanê neterikînin.
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç diyar kir ku bedela wê çi dibe bila bibe wê qadên berxwedanê neterikînin.
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç diyar kir ku bedela wê çi dibe bila bibe wê qadên berxwedanê neterikînin û nirxandina "Bila gumana ti kesî ji berxwedan û serkeftina me tunebe. Em ê ber bi serkeftinê ve bimeşin" kir. Tunç li dijî bêdengiyê jî nerazîbûn nîşan da.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê berxwedana gel a li dijî êrîşan di roja 25'emîn de ye. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç diyar kir ku ew ê li dijî hemû êrîşan li ber xwe bidin. Tunç anî ziman ku ew ê qadên serkeftinê neterikînin û li dijî bêdengiya raya giştî jî nerazîbûn nîşan da. Tunç nirxandina "Em di ferqê de ne ku tenê mane lê bila hemû kes bizanibin ku bedel çi dibe bila be em ê qadên serkeftinê neterikînin û ber bi serkeftinê ve bimeşin" kir.
Tunç destnîşan kir ku dewlet bi deh hezaran personelên xwe ve dixwaze bajaran li holê rake û ev tişt got: "Ev êrîşek an jî şer nîne, helwdana îmhakirinê ye." Tunç derbirî ku têkoşîna azadiyê têkoşîneke demdirêj e û dîroka vî têkoşîna mafdar geleke kevn e û wiha berdewam kir: "Me mîrateya Mazlum Dogan, Mahsum Korkmazan dewr girt û ev mîrateya ku pêş ve dibin wê piştî me bi milyonan kes wê dewr bigirin."
RAYAGIŞTÎ BÊDENG E
Tunç bilêv kir ku hêzên dewletê bi tank û çekên giran ve êrîşî bajaran dike û wiha axivî: "Li vir wê qatlîam bihata kirin ev dihat zanîn. Dema ku dewletê memur û hevkarên xwe ji vir derxist asta qatlîamê dikaribû bihata fêmkirin. Lê raya giştî li dijî vê yekê bêdeng ma." tunç diyar kir ku divê HDP'ê jî bêhtir bi awayeke aktîf xwedî li berxwedanê derkeve û wiha pêde çû: "Bêdengiya rayagiştî ya li hemberî qatlîamê bi fikar e. Metropolên Tirkiyeyê hêj tevli berxwedanê nebûne. Divê hevalên me yên Kurdistanê bizanibin ku bi daxuyaniyan ve ji bo pêvojoyê bersiv nayê dayîn."
'BILA GUMANA TI KESÎ JI SERKEFTINA ME NEBE'
Tunç got ku dixwazin li axa xwe azad bijîn û herî dawî wiha axivî: "Li pişt barîkatan em dikarin bimirin lê em ê ti caran teslîm nebin. Li şûna jiyaneke koletî di riya azadiyê de mirin baştir e. Em rêhevalên mirovên ku wisa dibêjin in. Bila gumana ti kesî ji serkeftina me nebe. Divê hemû Kurdistan tevli berxwedana Botanê bibe. Dîrok van rojan dinivîsîne."